Ji Ragihandin û raya giştî re!
Tevgera ku şervanên YPG'ê li rojavayê deriyê Til Koçerê û hêzên pêşmerge jî ji bakûr û bakûrrojava ve li hemberî Rabîa dane destpêkirin dewam dike.
Hêzên YPG'ê, taxek Rabîa û hin deverên stratejîk xistin bin kontrolê.
Hêzên pêşmerge jî li bakûrê bajêr pêşveçûne û heta nexweşxaneyê pêşketine. Li derdora nexweşxaneyê şer dewam dike. Her wiha hêzên pêşmerge li ser rêya Mûsilê jî pêşve diçin û hewldidin ji aliyê rojava ve bikevin bajêr.
Li bajêr şer dewam dike û derbarê encamê de wê paşê agahî werin dayin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
30 Îlonê 2014
'30 ê îlonê danê sibê Şervanên me ji aliyê rojava ji deriyê Til Koçerê ve, hêzên pêşmerge jî ji aliyê Bakurrojava mile ava Dîcle ve li bajaroka Rebîa dijî DAIŞ'ê êrîşek berfireh daye destpêkirin. Êrîşa li dijî DAIŞ'ê ku ji aliyê Şervanên YPG'ê hêzên Pêşmerge ve hatiye destpêkirin bi awayekî koordîne didome.
Navenda Ragihandina YPG
30 Îlon 2014
1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 15'an de dewam dike. Hêzên çete ji hemû eniyan bi tanq û wesayîtên xwe yî zirxî êrîşî Kobanê dikin, lê li hemû eniyan rastî berxwedana hêzên me tên. Hêzên me li hemû eniyan bi çalakiyên xwe derbên giran li çeteyan didin.
Li rojhilatê herêmê gundê Kazîka, li rojava li girên Siftekê, li başûr-rojava gundê Mînaze û li başûr jî derdora gundê Gulmetê doh tevahiya roj û şevê şerê dijwar qewimî. Tevî vî şerê dijwar, hêzên me li gelek deveran çete xistin kemînan û derb li wan dan. Di tevahiya şer de li gorî hatiye tespîtkirin 57 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha tanqeke çeteyan hate îmhakirin.
Di vî şerî de 5 şervanên me û 4 şervanên di nava Bûrkana El Firat de bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê.
2- Li başûr-rojavayê Cezaa li gundên Misterîha, Kenhû, Hemedan û li gundê Dugura yê Şengalê êrîşên DAIŞ'ê dewam dike. Hêzên me li van deveran pêşveçûna çeteyan daye rawestandin, tanqek îmha kir û bi dehan çete hatin kuştin. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Agahiyên berfireh yê vî şerî jî wê paşê ji raya giştî re were eşkere kirin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
30 Îlon 2014
Ji bo Ragıhandın û Rayagiştî!
Endamê Navenda Ragıhandın ya YPG'ê hevalê me Mazlum Bagok, roja 28'ê Îlonê li navçeya Mûsil Rabîa'yî şehîd bûye. Heval Mazlum dema ji bo şopandina hevalên me yên li çeperên Berxwedana sêgoşeya Dugura, Cezaa û Rabîa wezîfe dikir şehîd bû. Şehadeta heval Mazlum ji bo me bûye sedema xemgîniyek mezin.
Heval Mazlum li herêma Cizîrê, di gelek qadên şer bi dîmen û wêneyên ku kişand, berxwedana mezin a hêzên me bê mirin kirin. Ew her tim di nava xebatan de bi dîsîplîn, coş, moral û bi îradeyek mezin tevdigeriya. Bi vê helwesta xwe bûbû nimûne. Weke endamên navenda Ragıhandın, emê sekna heval Mazlum di jiyan û têkoşîna xwe de esas bigirin û bibin layiqî hemû şehîdan.
Nasnameya Heval Mazlum wiha ye;
Navê Tevgerî: Mazlum Bagok
Nav û Paşnav: Ehmed Sado
Nave Dayik û Bav: Cewde û Zekî
Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo-2014
Dîrok û Cihê Şehadetê: Rebîa, 28.9.2014
gotınê wî ya dawî
Bila kes li ser serê me dersên welatparêzî nedê
Her roj em di Rojava jiyan dikin...dersekî berxwedanê ye
Hus bin û bê deng bin tenê dengê kilê?ên ?ervanên YPGê guhdar bikin
Navenda Ragıhandın ya YPG'ê
29 Îlon 2014
Ji bo Ragihandin û raya giştî!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku bi armanca dagirkirina Kobanê 15'ê Îlonê destpêkiribûn dewam dikin. Hêzên me, êrîşên çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne têk dibin û bi operasyonan derbeyên mezin li wan dixin.
Çeteyên DAIŞ'ê şevê din, li gundê Kozika yê Rojhilatê Kobanê, ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de tank, top û çekên giran hatin bi kar anîn. Hêzên me bersiva tund dan çeteyan û derbeyên mezin li wan dan. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û wesayitek doçka barkirî hat rûxandin.
Dîsa li heman eniyê, li gundê Şêranê, şervanên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de qasî ku hate tespîtkirin 8 çete hatin kuştin.
Hêzên me şevê din, saet 24:00'an de, li gundên Mumanê Minazê yên li başûrrojavayê Kobanê li hemberî çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, operasyonek pêk anîn. Di vê operasyonê de, li gundê Minazê 4, li gundê Mumanê jî 4 noqte hedef hatin girtin. Di encama operasyonê de herî kêm 36 çete hatin kuştin û wesayitek leşkerî hat rûxandin.
2. Şevê din li rojhilatê Cezaa li girê Sefanê ku dikeve nava sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ'ê hewldan ku êrîş bikin. Lê belê şervanên me bersiv dan û gelek çete hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
29 Îlon 2014
Ji bo raya giştî û çapemeniyê
1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 13. de dewam kirin. Hêzên me, bi berxwedanek mezin didin nîşandan, bi çalakiyên cûr be cûr êrîşên çeteyan têk dibin û derbeyên mezin li wan dixin.
Dijminê Rojavayê Azad çeteyên DAIŞê yekanê armanca xwe êrîşa li ser gelle me ye Rojava û hêzên me ya YPG ye. Li hember çeteyan ku hêzên xwe ya Sûrî li Kobanê, hêzên xwe ya Iraqê li Cizîrê kom kiri ye berxwedanêkî bêhempa tên meşandin. Naveroka êrîşên li ser Kobanê û Cizirê wiha ne.
1. Hewldana dagirkirinê Kobanê ya çeteyên DAIŞê roja xwe ya 12'mîn de berdewam dike. Berxwedana hêzên me ya bêhempa li hember çeteyên ku bi hemû hêza xwe ji eniya rojhilat, rojava û başûr bi pêşdikevê jî berdewam dike. Hêzên me hêza ku ji gelle me distîne û bi derfetên xwe ya kêm berxwedide, derbên giran li çeteyan dide.
Roja 26ê Îlonê li derdora gundê Alîşar û hawirdora vî de pevçunên pirr dijwar hat jiyîn. Piştî pevçunên dijwar yên ku hemû rojê berdewam kir, hêzên me di seatên êvarê de li hember çeteyan çalakiyekî êrîşê lidarxistin. Di çalakî de qasî hatiye zelal kirin 12 çete hatiye kuştin. Li qadê hîn jî cih bi cih pevçun jiyan dibe.
Hêzên me bersîvên tund danê çeteyên ku li derdora gundên Îdiq û Miştênûr a dikeve eniya başûr êrîş lidarxistin. Li qadê demêk direj pevçun hat jiyankirin û êrîşa çeteyan hatiye paşvê xistin. Li vî qadê 1 tankê çeteyan hatiye ruxandin herî kêm 21 çete hatiye kuştin. 1 cenazeya çete, 7 kleş û raxtê çeteyan jî ket destê hêzên me.
Li eniya rojava jî li derdora sirtên Îzea doh roj û şev pevçunên dijwar hatiye jiyankirin. Li vî qadê hejmarêk zêde çete hatiye kuştin.
2. Doh êvarê çeteyên DAIŞê êrîşêk birin li ser xeta ewlekariya ku ji aliyê hêzên me ve di navbera Şingal û Rojava hatibû vekirin. Hêzên me bersîvên tund dan çeteyen ku êrîş birin li ser qadên di navbera segoşêya Rabîa, Dugurman û Cezaa de ma ye.
Di vî çerçove de çeteyên DAIŞê roja 26ê Îlonê seat 16.00'an de li hember navçeya Rabîa ye giredayî Misûl êrîşek lidarxisti ye. 2 wesaîta tijî taqemenî bar kirî ya ku bi armanca hêzên me de were teqandin, ji aliye hêzên me ve di nava çeteyan de hat teqandin û hat ruxandin. Çeteyên ku bi tank, top û çekên giran êrîş dikirin hatiye sekinandin û êrîşê wan e li vî qadê hatiye paşvêxistin. Li vî qadê çend kuştî û birîndara çeteyan çebû ye nehatiye zelal kirin. Di van pevçunan de 1 hevalê me bi qehremanî berxwe da û gihişt şehadete.
Yekîneyêk çeteyan a ku dixwastin rêya di navbera Rabîa û Cezaa derbas bikin û xwe bi dizî bigihinîn Til Koçer ji aliye hêzên me ve hatiye sekinandin. Li vir 1 doçkayê 23 hatiye ruxandin hejmarek zêde çete jî hatiye kuştin. Lê nehatiye zelalkirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebû ye.
Çeteyan şeva çuyî 3 cara êrîş birin li ser gundê Dugura ye dikeve quntarê Çiyayê Şingalê. Çeteyên ku li vî qadê bi tank, wesaîtên zirxî û bi topên curbe cur êrîş dikirin hatiye paşvêxistin. Hejmarêk zêde çek û amûra leşkerî hatiye desteserkirin. Hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelalkirin. Di pevçûnên vî qadê de hêzên HPG û YBŞ jî cihe xwe girtin.
Qadê ku xeta ewlekariya Şingalê xwe digihine Rojava de jî di navbera çeteyên DAIŞê û hêzên me de pevçunên zehf dijwar û di nava hêv de tên jiyîn û îro hîna seatên nîvro de jî didome.
Di derbare encama êrîşê çeteyan de piştra agahiyên zelal were parvekirin.
Navenda Ragihandina YPG
27ê Îlonê 2014'an
1. Êrîşên çeteyên DAIŞê yên bi armanca dagirkirine Kobanê dabûn destpêkirin roja xwe ya 11'emîn de berdewam dike. Hêzên me li hember çeteyan a ku ji eniye rojhilat, rojava û başûra Kobanê bi hemû hêzên xwe ve êrîş dikin berxwedanekî bêhempa dimeşinîn û derbên giran li çeteyan didin.