Ji bo ragihandin û raya giştî
Ji dilê bajarê berxwedanê ya ku rûpelên dîrokê ku çîroka berxwedîrên serêkaniyê dibêjae yên ku hêzên tarî û tindirew tunekirin . îro jî serêkaniyê bi yên ku wateyê didin azadiyê û rûmetê û bi qehremanên xwe ser bilind dibe .
Ji roja avabûna yekîneyên me yên berxwedêr û îlankirina wê her tim li eniyên pêşde bû li dijî hêzên tarî şerkir û bi lehengî li ber xwe da .û riya jiyana hev beş ya ji hemû pêkhateyên herêmê kir armanca xwe . hêzên tarî an komên çete xwestin îrade û hêza gel têkbibin ji aliyê hêzên me ve hatin vala derxistin .
Ji Efrînê heta Cizîrê hêzên tarî bi armanca dagirkirna herêmên me hewildanên xwe zêde dikirin . lê pîlanên wan dihatin vala derxistin .tîrmeha 2013an komên çete berê xwe dan Kobanê Kela berxwedanê .û Kobanê bi rengekî pir hovîtî dorpêçkirin .di vê navberê de gelek derbeyên giran ji hêzên me dîtin tevî ku gelek ziyan gihiştên wan lê nikarîbûn biryara vekşandinê bidin .
Îro jî Kobanê ji 15ê îlonê ve bi şerekî hovane rû bi rûya û li hemberî wê bi îmkaniya kêm berxwedaneke bê hempa yêkîneyên me yên ji her çar aliyan ve dorpêçkiriya bi lehengî didin meşandin .
Yekîneyên me li herêma Serê kaniyê di eniyên pêşde ne pêşveçûnan pêş dixe .
Me di 20 ê îlonê de ji bo şikandina dorpêçkirina li ser Kela Berxwedanê rabikin hemleyek dabû dest pêkirin .di van hemleyan de Çeteyan derbeyên giran xwarin û gelek ziyanên wan çêbûn .
Rêhevalên me yên ku tirs di dilê dijminda dabûn çandin û di enyên pêş de di pêşengtÎ de cihê xwe girtibûn – Sema deriya mezlom – Ferhad dêrık – Peyman elî û zagiros dirbêsiyê bi rihekî fedayî tevlî nava refên pekrewanan bûn .
Em wek fermandariya YPG . YPJ li herêma serê kaniyê dema ku em rêhevalên xwe ( Sema derya mezlûm – Ferhad dêrik – Peyman elî – Zagros dirbêsiyê ) bi bîr tînin em soza şopdariya li ser riya wan ku ji bo parastina gel û ax û şikandina hêzên tarî li sûryayê û rojavayê kurdistanê û ala berxwedanê bilind hiştin didin .
Şehîd namirin
Bijî berxwedana kobanê
Fermandariya YPG.YPJ li serê kaniyê
9ê cûtmehê 2014