ji bo çapemenî û raya giştî

Di derbarê pevçûn, çalakî û berxwedana hêzên me yê YPG de bilî daxuyaniyên Navenda Çapemeniya YPG û Fermandariya Giştî yê YPG ku di malpera ypgrojava.com tê ragihandin, daxuyaniyên li medîa ye civakî de belav dibe wekî YPG me girênade. Em peşkeşî bala hemû rayagiştî ya tekîldar û berpirs dikin.

ji bo raya giştî

Çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberî sekna bi rûmet a gel û berxwedana lehengî ya şervanên me ya YPG'ê mehkûmî binkeftinê bûne, di şeva 19’ê tebaxê de gelek hêz û çekên giran ji aliyê Dêra Zor û Holê anîn û êrîşek berfireh li herêmên wekî Cezaa, Bêgara, Hemadan, Zerga û Arcê kirin. Li hemberî van çeteyên terorîst ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, hêzên me yên YPG’ê bi berxwedaneke bibandor bersiv dide. Ev 3 rojin di serî de li Cezaa û Bêgara li hemû xetan de pevçûnên dijwar û di nav hev de tên jiyandin. 

Çeteyan bi van êrîşan re dixwazin hemû hêrsa xwe ya bingeftinê ji gelê me yê Kantona Cizîrê derxînin, çembera xwe ya Şengalê ku hatiye şikandin dîsa temam bikin û korîdora ewlekariyê bigirin. Heta niha çete negiştine armanca xwe û pevçûnên hatin jiyîn de derbên giran xwarin. Di van pevçûnan hêzên me de 140 çeteyên DAîŞ hatine kuştin, tespît kirine. Di vê berxwedana egîdî û bêhempa ya ku hêzên me yê YPG de 15 şervanên me gihîştin şehadatê.

Dîsa çeteyan xwestin di çarçoveya heman êrîşan de li herêma Til Temir jî êrîşan pêk bînin. Şervanên me yên YPG’ê şevê din li hemberî wan çeteyan li gundê Menecîrê çalakiyek li dar xistin. Çalakiya ku di navbera gundên Maqla û Arbaîn de li hemberî konvoyek çeteyan hedef hatiye lidarxistin de 2 wesayîtên ku doçka li ser in hatine rûxandin û 12 çete jî hatine kuştin. 

Çawa ku hemû êrîşên li hemberî gelê me yê Rojava û destkeftiyên wan heta niha têk çûne, wê ev êrîş jî li hemberî berxwedana lehengî ya şehîdên me, ruhê fedaî û îradeya bi hêz a şervanên YPG’ê mehkûmî têkçûnê bin.

Navenda Ragihandina YPG

21-8-2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en