1.Êrîşên çeteyên DAIŞê yên ku 15ê Îlonê bi mebêsta dagirkirina Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike.

Çeteyên ku piştî berxwedan û çalakiyên hêzên me li eniya rojhilat pêşveçûna vî hatibû sekinandin, ji eniya rojava û başûr êrîşan saz dike.

Di vê çerçove de doh hemû rojê li gundê Helinc û hawirdora vî de pevçunhen dijwar hat jiyîn. Hêzên me êrîş birin li ser vî gundê ku çete tedabûn, gund ji çeteyan paqij kirin. Li vir doçkakî 23, dokçakî 14.5 û hawanek hatiye ruxandin û bi dehan çetayan hatiye kuştin.

Hêzên me êrîşek bir li ser çeteyên ku xwe li gire Kulîlkê û Savamayê Rovî ya ku dikeve başûra gundê Helinc bicih kiribûn. Gire Kulîlke ji çeteyan hatiye standin û li Savamayê Rovî jî doçkakî 23 a çeteyan hatiye ruxandin.

Hêzên me li gundê Susanê û Til Xezalê dikeve rojava û başûrerojavayê Kobanê jî derb li çeteyan xistin. Hêzên me çeteyan kişandin nava gundê Susanê û piştra êrîş birin li ser wan û derbên giran li wan dan. Qasî hatiye zelal kirin li vir 9 çete hatiye kuştin. Heman dême de li ser rêya Til Xezal jî yekîneyêk çeteyan ku di nav tevgeredê bûn hat hedefkirin. Wesaîte ku hatibû hedefgirtin bi temamî hatiye ruxandin û 7 çete hatiye kuştin.

Wekî hêzên Burkan El Fırat li gundê Sirtik a dikeve başûrarojavayê Kobanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakî de 1 tank û 3 wesaît hatiye ruxandin û bi dehan çete hatiye kuştin.

Li hember çeteyan nizikî gunde Kontînkarê ku li heman eniye ye jî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakî de 2 wesaît û motorêk hatiye ruxandind. Lê hejmara çeteyên ku di çalakî de hatiye kuştin ango birîndarkirin nehatiye zelalkirin.

2.Operasyona hêzên me li rojava û başûrarojavayê Serêkaniyê dabûn destpêkirin didome. Çeteyên DAIŞê bi tank, wesaîtên zirxî, çekên giran û hêzên takwiye ku ji Gire Spî û derdora vî tînin ve hewldidin pêşveçûna hêzên me bidin sekinandin. Di eniya Mebrûke û Dehma pevçun bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dike. Pevçunên 24 seatê dawî de bi dehan çeta hatiye kuştin. Di van pevçunan de 4 rêhavale me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadete.

Navenda Ragihandina YPG

24ê Îlonê 2014'an

Berwxedana YPG li KOBANÊ

Daxuyanî

Rizgarkirina gundê ERCA

ypgrojava.com/en