Ji bo çapemenî û raya giştî!

1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 32. de dewam dikin

. Komên çete ji herêmên Cerablûs, Girê Spî, (Tel Abyad) Reqqa û gelek deverên din hêzên nû dişînin û hewldidin êrîşên xwe dijwar bikin. Hêzên me û hêzên Burkan El Firat yên parastina Kobanê de bi hev û du re ne, li hin deveran çalakiyên dijber li hemberî çeteyan pêk anîn. Komên çete ku êrîşên wan hat şikandin navend û deriyê sînor bombebaran dikin.

Li du deverên eniya Rojhilat doh nîvro şer destpêkir û tevahiya şevê bê navber dewam kir. Li herêma Kaniya Kurdan ku li bakûrê eniya Rojhilat e, çeteyan êrîş kirin, hewldan deverên ku hatine rizgarkirin dîsa dagir bikin lê belê êrîşên wan hatin têk birin. Li rojhilatê bajêr jî çeteyan hewldan ji du milan ve êrîşî derdora avahiya şaredariyê bikin. Ev êrîşên çeteyan jî hatine têk birin û neçar mane vekişin çeperên xwe.

Komên çete li eniya başûrrojhilat li derdora Miştenûrê jî şevê din li pey hev êrîş pêk anîn. Hêzên me êrîşên li vê herêmê jî têk birin.

Li eniya başûr jî komên çete derbên mezin xwarin û hêza wan a êrîşî hatiye têk birin. Ji ber vê sedemê komên çete şevê din bi çekên giran û topan çeperên hêzên me û navenda bajêr topbaran kirine.

Doh piştî nîvro li derdora gundê Mala Mustafayê Musa ya ku dikeve rojavayê Kobanê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de pevçunek hat jiyankirin. Dîsa li mezraya Arbuş ku dikeve rojavayê Kobanê jî hêzên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Piştî van pevçunan çeteyan ji van deveran reviyan.

Li herêma di navbera gundê Menazê yê li başûrrojavayê bajêr û navenda bajêr jî wesayitek tevî çeteyên di navde hat rûxandin.

Bi qasî ku hatiye tesbît kirin di şer û çalakiyên 24 saetên dawî de herî kêm 18 çete hatin kuştin.

Sê hevalên me ku ji destpêkê heta niha di nava berxwedana Kobanê de bûn û bi rihekî fedaî şer kirin şehîd bûn.

2. Operasyona li rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê jî dewam dike. Hêzên me li ser xeta sînor koma çete kirine kemînê û çalakî pêk anîn. Di heman wextê de çeperên çeteyan bi doçkayan hatine hedef girtin. Li Rawiya û derdorê jî çeperên çeteyan hatine hedef girtin. Di van çalakiyan de qasî ku şervanên me tesbît kirine herî kêm 4 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandina YPG'ê

17 Cotmeh 2014

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com