Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞê ya ku bi armanca dagirkirinê Kobanê 15ê Îlonê destpêkirî bû roja xwe ya heştemîn de berdewam dike. Rixme ku li hemû qadan de pevçunên pirr dijwar tên jiyîn berxwedana hêzên me ya fedaîyanê pêşveçûna çeteyan a li her se eniyan de asteng dike. Bi berxwedana mezin a hêzên me û gelle me ya mil bi mil, derbên giran ledide çeteyên ku ji eniyên rojhilat, rojava û başûra Kobanê êrîş dikin.
Hêzên me bersîvên tund danê hêzên çeteyan a ku ji hemû qadên rojhilata Kobanê êrîş dikirin. Hêzên me hemû hêzên êrîşê ya çeteyan xistin kemînan û derbên giran li wan dan. Qasî ku hatiye zelal kirin di van kemînan de 11 çete hatiye kuştin.
Hêzên me li dijî du barêgeha çeteyan a cûda ya ku li derdora gundê Ayn Betê ya dikeve eniye rojhilat, êrîşek hemwext lidarxistin. Cihên çeteyan bi şeklêk bandor hat xistin, qasî hatiye zelal kirin 13 çete hatiya kuştin.
Doh li eniya başûr a ku êrîşên herî dijwar hat jiyankirin de hêzên me bi berxwedanekî qehremanî derbên giran li çeteyan xistin.
Li hember çeteyên ku dixwastin di eniya başûr de pêş de herin nizikî gundê Gewrî çalakiyekî fedaî hatiye pekanîn. Tîmekî me ya fedaî ya ku ji 5 rêhevalê me pekdihat ketin nava çeteyên bi şeklekî kom disekinîn, li vir demek direj pevçûn û derbên giran li çeteyan xistin. Qasî ku hatiye zelal kirin di vê çalakî de herî kêm 29 çete hatiye kuştin. Di encama çalakî de 5 rêhevalê me ya fedaî gihiştin şehadetê.
Hêzên me li hember êrîşên çeteyan a ku li gundên Ziravik û Bêrxbatan a heman eniye de ne pêşdixist bi çalakiyan bersîv da. Piştî van çalakiyan li qadê pevçun jî hat jiyîn. Qasî ku hatiye zelal kirin pevçun û çalakiyan de 23 endame çeteyan hatiye kuştin.
Hêzên me li gundê Sistik jî çalakiyek lidarxistin. Qasî ku hatiye zelal kirin di çalakî de 8 çete hatiye kuştin.
Dîsa li hember çeteyên ku li gundê Şêx Cuma ye li eniya başûr e bi şeklêk kom sekinîbûn çalakiyêk hatiye lidarxistin. Çalakî de bi dehan çete hatiye kuştin lê negihiştîn hejmara zelal. Piştî di vê çalakî de 2 hevalên me ji yekîneyên xwe qût bûn.
Li eniya rojavayê Kobanê jî doh roj û şev êrîşên çeteyan çebû ye lê hemû qadan de derb li çeteyan hatiye xistin û bi dehan çete hatiye kuştin.
2. Peşvêçûna hêzên me ya ber bi Gire Spî (Til Ebyad) bi armanca dorpeça li derdore Kobanê bişkinîn didome. Operasyona ku li herêmên Ravya, Dehma û Mebrûka ya dikeve başûrarojavayê Serêkaniyê hatibû destpêkirin roja xwe ya seyemîn de berdewam dike. Hêzên me qade ku ji 10 km pêk tê û di nav de qaderek gund û gundike destê çeteyan de ji heye pêşde çû ye û derbên giran li çeteyan xisti ye. Çeteyan hewldidin bi hêzên takwiyê ya ku ji Gire Spî (Til Ebyad) û ji rojhilata Kobanê tînîn pêşveçûna hêzên me bisekinîn. Hin jî Mebrûka û derdora vî de pevçunên giran û dijwar tên jiyîn. Heta niha qasî ku hêzên me zelal kiriye 40 çete hatiye kuştin. Di êrîşê me ya ber bi pêşvê diçe de 9 rêhevalên me ya qehreman a ku bi fedakarî û bibîryar şerdikirin, gihiştin şehadete.
Navenda Ragihandina YPG
23ê Îlonê 2014'an