Berxwedana rûmetê ya yekîneyên me û gelê me li Kantona Kobanê di roja xwe ya 10emîn berdewam dike bi armanca seknandina û şikandina êrîşên hovane ya çeteyên DAIŞê li ser gelê me hêzên me bi hemû derfetên xwe û sekna xwe ya fedaytî bê teredud li berxwede didin û rihê qehremantiyê didn nîşan.

 

1-Duh di 24ê Îlonê de çeteyên DAIŞê katin kemînê yekîneyên me li gundê TelDolî ya ku di kevê Rojavayê Kobanê de di encamê de 4 çete hatin kuştin û gelek birîndarî çêbûn, di heman demê de di eniya rojava de yekîneyên me çalakiyek bi bandor pêk anîn li derdora gundê TelDolî û li wir pevçûn derket û yekîneyên me karîbûn girên li derdorê gundê TelDolî ji destê çete derxînin. Li Silsila girên Siftik hewldana çete ku pêşbikevn li wî gundî hat şikandin û şer û pevçûn derket û çete ji wan giran dûr ketin, û li Susanê hewldanên çete ku êrîşî wir bikin berdewame lê rastî bersivdayîna yekîneyên me tê û şer û pevçûn hîn jî berdewame.

Di enya Başûr de duh êvarî yekîneyên me çalakiyek li ser gundê Îdeq yê ku çeteyên DAIŞê tê de xwe bi cih kiribûn lidarxist, di çalakiyê de 15 çete hatin kuştin 5 cenazeyên wan ketin destê yekînyên me û 5 çekên Klaşînkof desteserkirin, êrîşên komên çete li ser Mştelnûr û gundê Şêranê berdewam dike û yekîneyên me bersiv dide çetan.

Di enya Rojhilat de li gundê Çemalî yê ku bi destê komên çete de ye yekîneyên me êrîşên xwe birin li wir û şerên dijwar rûdide.

Komên çete yên girêdayî DAIŞê topên hewanê davêjin Kobanê.

Di şer û pevçûnên duh de 8 rêhevalên me piştî qehremanyek mezin li cihên cûda cûda li Kobanê Şehîd Ketin.

2-Duh êvarî di 24ê mehê de yekîneyên me li hember çeteyên DAIŞê yên ku dixwestn êrîşî Rabîa bikin rastî maîna yekîneyên ma hatibûn û bi wan ve teqiya di encamê de 3 çete zêdetir hatin kuştin û hêja ye gotinê yek ji wan komîtanekî wan bû bi navê EbûSiwd tê naskirin û êrîşên wan şikest.

 

Navenda Ragihandina YPGê

25ê Îlonê 2014'an

Berwxedana YPG li KOBANÊ

Daxuyanî

Rizgarkirina gundê ERCA

ypgrojava.com/en