1. Roja 12'ê Îlonê seat 22'an dê hêzên me li hemberî çeteyên DAIŞê ya ku di navbera gundên Arcê û Henwê ya ku dikeve bakure

rojavayê Cezaa de xwe cihkiri bûn operasyonêk lidarxistin. Opêrasyona ku sengêrên çeteyan a di navbera gundên Henwê û Arcê hedef digirt de hêzên me çeteyan bi bandor lêda.

Piştî operasyonê çeteyên ku dixwastin ji 2 baskan ve bi wesaît û bi pêya werin qadê jî ji aliye hêzên me ve bi şeklekî bandor hat lêxistin. Piştî yek jê bi doçka 2 wesaît hat ruxandin çete neçar man ji qadê birevin

 

1. Roja 10'ê Îlonê seat 17'ê nîvê çeteyên DAIŞ li hember navçeya Rabîa ya giredayî Misul êrîşêk lidarxistin. Hêzên me cih de bersîv dan êrîşê çeteyan a bi tank, topên hawan û çekên giran lidarxistin û çete neçar man birevin. Pevçuna ku demek kurt hat jiyankirin de 2 çete hat kuştin, hejmarêk zêde çete jî birîndar bu ye.

2. Roja 10'ê Îlonê di seatên êvarê çeteyên DAIŞ xwestin li hember Gire Zaxros a dikeve rojavaye Kobanê êrîşêk lidarbixin. Hêzên me cih de bersîv dan çeteyan û 1 çete kuştin.

 

3. Roja 10'ê Îlonê di seatên êvarê hêzên me li hember çeteyên DAIŞ'ê di navbera gundên Beyadiyê û Ziyaret çalakiyek lidarxistin. Çalakî de wesaîte hatibû hedef girtin hat ruxandin, lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebu ye.

 

Navenda Ragihandina YPG

 

11'ê Îlonê 2014'an

Duh di 7ê Îlonê de yekîneyên me nêzîkî gundê Rawiyê ya bajarê Serêkaniyê çalakiyek pêk anîn, çalakîdijî çeteyên Daişê yên ku di xwestn xetekî parastinê û xendeqkî li gund çê bikin, di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin,  tirêksekî wan jî hata rûxandin û tirimbêlek bê bandor kirin.

Ji aliyek din çeteyên Daişê êrîşî gundên Kobanê kirine yekîneyên me ji bersiv dan û şer derket, di encama şer da 2 hevalên me tevlî karwanên şehîdan bû piştî ku erîşên Daişê şikenandin.

Li gûndên Rojhilatî Kobanê çetyên Daişê gundên Kiwêrlk-Elhuriya-Bîrkîtk bi hewan û çekên giran bombabaran kirin di encamê de zirarê madî giha gundan. Ji aliyek din jî gundê Derbazin û Gir Zagros yên di Rojavayê Kobanê di kevin hatin bombabaran kirin.

Nasname Şehîd jî  weha ye:

Navê Tevgerî : Şiyar Kobanê

Navê Rastî : Mehemed Kolê

Navê Daîyk : Şor

Navê Bav : Ebdo

Cihê Jidayîkbûnê : Kobanê

Dîroka Tevlîbûnê : 2012

Dîroka Şehadetê : 7-9-2014

nasnameya hevalê dîtir jî pişt re emê ragihînin

 

Navenda Ragihandina YPGê

8ê Îlonê 2014 

Di roja 5-6 ji vê mehê di demjimêra 12:00 şevê yekîneyên me çalakiyek bi nirx li başûrê Serêkaniyê pêk anîn, yekîneyên me 2 maîn berî niha navbera gundê Aliya û Hiwêçe çandibûn û dema çete derbasbûn teqadin di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 birîndarbûn yek ji wan birîndara emîreke Daiş e di serê xwe de birîndarbû bi navê Ebû Hemze tê naskirin û motosiklêtek rûxiya, piştî teqînê çete dixwestin birîndarê xwe bikşênin yekîneyên me maînek dîtir teqandin di teqîna duyemîn de 3 çete hatin kuştin û tirmbêlek rûxiya.

Di aliyek din duh komên çete gundê Giwêrlik û Kork yên di rojhilata Kobanê dikevin bi hewanan hatin bombabaran kirin. Di gundên rojavayê Kobanê Boraz, Digirmn, Talik û Zîrik bi hewan û çekên giran hatin bombabaran kirin di encamê de zerarê madî gihana malên welatiyan.

Navenda Ragihandina YPGê

7 Îlonê 2014

Ji Çapemenî û Rayagiştî re

Çeteyên DAIŞ’ê ya ku li hember berxwedana hêzên me vîna wan şikestiye û hêzê wan a êrîş kirinê nemaye, dixwazin di serî de Kobanê, vê carê ji dûr ve bi çekên giran dixwaze encam li beramberî me bigire. Lê wekî hemû êrîşên çeteyan, li hember êrîşên bi çekên giran lidardixin jî hêzên me li gorî derfetan bersîvên tund didin û hêviya çeteyan a serkeftîne dişkînîn.

Di vê çarçove yê da;

1. Di şeva 4 û 5’ê Îlonê de çeteyên DAIŞ’ê li hember gundên Gobirlik û Dênayek a rojhilata Kobanê, gundê Qilhaydî û girê Şehîd Heci ya başûra Kobanê û gundên Dugurman, Boraz û girê Zagros bi çekên giran û topên hawanan bombebaranek kirin. Piştî bombebarana li hember gundê Boraz û girê Zagros çeteyan xwestin bi dizî bikevan van herêman de, rastî bersivan hêzên me hatin û çete paş ve reviyan. Lê ne hat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan di vê pevçûn de çêbû ne.

Bombebarana li hember her se qadê de hîn mal derb xwarin û zirare madî çebû ye.

2. Şeva 5 û 6’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê li hember gundên Talik û Zerik a dikeve rojavayê Kobanê bi çekên giran û topên hawanan bombebaranek kirin. Piştî vê êrîşê çeteyan hêzên me li hember navenda çeteyan a ku êrîş li dardixistîn çalakiyek kirin. Lê nehat zelal kirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan hene.

Di heman şevê çeteyên DAIŞ’ê xwestin gundê Boraz a dikeve rojavaye Koban'e bi dizî bikevin gunde de, Hêzên me di cih de bersîv dan çeteyan, çeteyek hat kuştin û gelek çete jî birîndar kirin.

3. Roja 5’ê Îlonê seat 12'ê nîvro çeteyên DAIŞ’ê li hember gundên Til Şamê û Mundafaîn a girêdayî Til Temirê bi çekên giran êrîşek li darxistin. Hêzên me bersîvek tund dan çeteyan û çete paşvê reviyan. Hêzên me 2 çete bi saxî girtin.

Navenda Ragihandina YPG

6'ê Îlonê 2014'an

Ji Çapemenî û Rayagiştî re

1. Roja 3ê Îlonê di seatên êvarê hêzên me, li hember çeteyên DAIŞê di navbera gundên Zormixar û Zîyaret a ku dikeve rojavaye Kobanê çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakî de wesaîtekek çeteyan tevî çeteyên di nav de hat ruxandin. Lê nehat zelal kirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan heye.

2. Roja 3ê Îlonê di seatên êvarê hêzên me, çeteyên DAIŞê ya ku dixwastin di navbera gundên Cibnê û El Beyadiyê de sizma bikin xistin kemînê. Di vî kemînê de 2 endame çeteyan hat kuştin.

3. Roja 3ê Îlonê di seatên şevê çeteyên DAIŞê li hember gundên Qilhaydî, Beg û Deng a ku dikeve rojhilata Kobanê bombebaranek pêşxist. Bombebarana ya ku bi topa hawan û topa 57'an ve hat kirin de hîn mala gundiyan zirar dît ê ziyana madî çebû ye.

Navenda Ragihandina YPG

4 Îlonê 2014'an

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en