1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 15'an de dewam dike. Hêzên çete ji hemû eniyan bi tanq û wesayîtên xwe yî zirxî êrîşî Kobanê dikin, lê li hemû eniyan rastî berxwedana hêzên me tên. Hêzên me li hemû eniyan bi çalakiyên xwe derbên giran li çeteyan didin.
Li rojhilatê herêmê gundê Kazîka, li rojava li girên Siftekê, li başûr-rojava gundê Mînaze û li başûr jî derdora gundê Gulmetê doh tevahiya roj û şevê şerê dijwar qewimî. Tevî vî şerê dijwar, hêzên me li gelek deveran çete xistin kemînan û derb li wan dan. Di tevahiya şer de li gorî hatiye tespîtkirin 57 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha tanqeke çeteyan hate îmhakirin.
Di vî şerî de 5 şervanên me û 4 şervanên di nava Bûrkana El Firat de bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê.
2- Li başûr-rojavayê Cezaa li gundên Misterîha, Kenhû, Hemedan û li gundê Dugura yê Şengalê êrîşên DAIŞ'ê dewam dike. Hêzên me li van deveran pêşveçûna çeteyan daye rawestandin, tanqek îmha kir û bi dehan çete hatin kuştin. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Agahiyên berfireh yê vî şerî jî wê paşê ji raya giştî re were eşkere kirin.

 

Navenda Ragihandina YPG'ê
30 Îlon 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en