Êrîşên çeteyên DAIŞê li hemberî Kobanê ya ku li 15ê Îlonê destpêkiri bu bi awayekî dijwar berdewam dike
1. Êrîşên bejahî ya çeteyên DAIŞê ya ku 15ê Îlonê li hember Kantona Kobanê dabûn destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.
JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ
Doh Kiwalisiyona Netewî ya hêzên şoreşê û opozisiyona Sûrî daxuyaniyek weşand, di daxuyaniyê de hat gotin ku Yekîneyên me komkujiyek li gundên TelHemîs pêk anînîn, û di daxuyaniyê de ev tişt hata şermezarkirin.
Li hember çeteyên DAIŞê ya ku ji doh êvarê ve ji eniyên rojhilat û rojavayê Kobanê êrîşên hem wext li dardixin berxwedana hêzên me bi hemû azameta xwe ve berdewam dike. Şeve çu seat 20.00'an ve di eniyên cûda de pevçûn tên jiyîn û heman demê de hêzên me li hember çeteyên DAIŞ çalakiyên cûda jî lidardixin û derbên giran çeteyan
Ji bo gel û çapemenîye!
Hezên me di meha tebaxe da li Rabîa, Şengal û Cezzaa ye da li hemberî terora DAIŞ'ê bi berxwedanêk destanî derbên giran li terora DAIŞ ê da û destaneyêk berxwedanê nûh nivîsand.
Çeteyên DAIŞê ya ku êrîşê wan bere li hember Kobanê hatibu şikandin û li Rabîa, Şingal, Cezaa û Til Hemis derbên giran xwarin ji şeve din ve li hember Kobanê êrîşêk nû destpêkirin
JI RAYA GIŞTÎ RE
Çeteyên DAIŞ’ê roja yekeşemê di 14’ê îlona 2014’an de li gundê Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî bajaroka Til Hemîs a başûrê bajarê Qamişlo komkujiyek li dijî welatiyên sivîl pêk anîn.
1. Hêzên me, roja 13ê Îlonê bi armanca xeteriya DAIŞ a li ser herêma a Qamişlo bêbandor bikin operasyonek şoreşgerî daye destpêkirin. Operasyona ku heta niha 14 gund û hejmarek mezra hatiye rizgarkirin bi şeklekî serkeftî berdewam dike. Li gundên Ebu Guseyf û Şermux a dikeve bakura Til Hemis'ê pevçun hîn jî didome.
Çeteyên DAIŞ a ku li hember hêzên me binkeftin jiyan dikin dixwazin hersê xwe ji pêkhateyên Ereb û Kurdên herême derxinîn. Operasyona ku li hember çeteyên DAIŞê ya ku pêkhateyên Ereb a ku naxwazin li hember YPG şer bikin jî hedef digre û qatlîaman pêktîne têmeşandin, hîn jî didome. Agahiyên berfireh di derbare operasyone de piştra were parvekirin.
2. Çeteyên DAIŞ'ê êvara 14'ê Îlonê li hember gundên Cibil Ferac, Derbazinê, Mişko, Haci Îsmaîla û Girê Zaxros a dikeve rojavayê Kobanê û Gire Şehîd Xabûr a dikeva başura Kobanê bi topên hawan û obûsan êrîşêk li darxistin. Êrîşa çeteyan heta sere sibê ya 15ê Îlonê berdewam kir.
3. Êvara 14ê Îlonê hêzên me li nizîkî gundê Gêtaşê ya dikeve rojavayê Kobanê li hember çeteyên DAIŞê çalakiyêk lidarxistin. Çalakî de wesaîtek çeteyan hat ruxandin lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebu ye.
4. Roja 14ê Îlonê li hember çeteyên DAIŞê ya li gundê Ravya ye dikeve rojavayê Serêkaniyê xwe bi cih kiribûn çalakiyêk hatiye lidarxistin. Çalakî de 3 wesaît hat ruxandin û depokî avê ya çeteyan bikartînîn jî hat xirakirin. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çebu ye.
5. Êvara 14ê Îlonê yekîneyêk çeteya DAIŞ xwestin ji gundê Arcê ya dikeve bakura rojavayê cezaa bikevin qadên hêzên me, lê piştî hêzên me bersîv dan çete neçar man paşvê herin.
6. Şeva 14ê Îlonê çeteyên DAIŞ li hember navçeya Rabîa ya giredaye Misul êrîşêk pêkanîn. Hêzên me cih de bersîv dan çeteyan û derb li wan xistin. Di encama destwerdena hêzên me de treksêk a çeteyan hat ruxandin û çete neçar man paşvê vekişin
7. Êvara 14'ê Îlonê çeteyên DAIŞê xwestin ji 2 baskan ve bikevin taxa Ferîla û Xwêran a dikeve başûra Hasekê. Hêzên me li her du cihan de derb dan çeteyan û neçar man paşvê vekişin. Kuştî û birîndara çeteyan nehat zelalkirin.
Navenda Ragihandina YPG
15ê Îlonê 2014'an
1. Êvara 13'ê Îlonê ji aliyê hêzên me ya YPG li hember qadên Til Eyd, Til Marûf û Ebugayf a giredayî Til Hemis a ku çeteyên DAIŞê xwe bi cih kiribûn operasyonêk şoreşgerî hat destpêkirin. Di derbare operasyona ku cih cih pevçûn tên jiyîn û encame vê de piştra agahiyên berfirêh bi rayagiştî re were parvekirin.
2. Roja 13ê Îlonê seat 22.30'an dê hêzên me di navbêra gundên Negra û Simat a dikevê başûra Serêkaniyê de li hember çeteyên DAIŞê çalakiyêk lidarxistin. Çalakiya ku wesaîtêk çeteyan bi temamî hatiye ruxandin de çend çete hatiye kuştin û hatiye birîndarkirin ne hatiyê zelal kirin. Çeteyan heman vextê de xwestin bikevin gundê Simatê jî, lê hêzên me bersîvêk tund da çeteyan û neçar man paşvê vekişin.
3. Êvara 13ê Îlonê hêzên me çeteyên DAIŞê ya ku li gundê Ravya ye rojavaye Serêkaniye xwe bicih kiri bûn çalakiyêk lidarxistin. Çalakiya ku malên çete dinav de hatibu hedef girtin de malêkî dinav de cebilxanê hebû hat ruxandin, 2 malên din jî derb xwar. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebu ye.
Navenda Ragihandina YPG
14ê Îlonê 2014'an