Ji Ragihandin û raya giştî re!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku 15'ê Îlonê bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin dewam dikin. Komên çete ji her sê eniyan bi çekên giran êrîş dikin û dixwazin pêş bikevin. Di nava 24 saetên dawî de, li eniyên rojava, başûr û rojhilat êrîşên çeteyan hatine têk birin û gelek çete hatine kuştin.
Li derdora gundê Mezra Dodê û Kîkan ên li rojhilatê Kobanê, hêzên me li dijî êrîşên çeteyan çalakiyên berfireh pêk anîne. Li vê derê çeteyan derbeyên giran xwarin û pêşvçûna wan hat rawestandin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 23 çete hatin kuştin. Her wiha wesayitek Hammer, topek 57 û 2 doçkayên 23 hatine rûxandin.
Li gundê Şeranê yê li heman eniyê jî wesayitek çeteyan hatiye rûxandin û 7 çete hatine kuştin.
Li gundên Halinc û Gulmek ên li eniya başûr jî, êrîşa çeteyan hatiye têk birin. Çeteyên ku ji sê aliyan ve êrîşî gundên Halincê kirine hatine têk birin. Di şerê li vê herêmê de herî kêm 8 kuştiyên çeteyan hatine tespît kirin. Li gundê Gulmetê jî hêzên me bersivên tund dane û herî kêm 12 çete hatine kuştin.
Di şerê rojekê de 8 hevalên me, bi fedekarî û qehremaniyek mezin berxwedane, di pêşveçûna çeteyan de rolek mezin leyistine û şehîd bûne.
2- Roja 30'ê Îlonê, li navçeya Mûsil Rabîa, şervanên me û hêzên Pêşmerge, di nava kordînasyonekê de ji du aliyan ve li hemberî çeteyan êrîş dane destpêkirin. Ev êrîş niha jî dewam dike. Ji bilî herêma Sawama û herêmên stratejîk ku ji 3'ê Tebaxê heta niha di bin kontrola hêzên me de ne, du taxên din jî hatine rizgarkirin. Hêzên pêşmerge jî, ji bakûrrojhilat û başûr ve heta nexweşxaneya başûr pêşveçûne. Di rewşa niha de, ji bilî nexweşxaneyê hemû deverên navçeyê hatine rizgarkirin.
Di van êrîşan de gelek çete hatine kuştin lê hejmar nehatiye zelalkirin. Hêzên me 3 panzêr, 1 BKC, 1 B7 roket û 12 roketên B7, 1 kaleşnîkof, 1 M16, 10 bombe, 10 guleyên hawanê yên 60 mm û gelek alavên leşkerî desteser kirine.
Navenda Ragihadina YPG'ê
1 Cotmeh 2014