Ji bo raya giştî û çapemeniyê

1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 13. de dewam kirin. Hêzên me, bi berxwedanek mezin didin nîşandan, bi çalakiyên cûr be cûr êrîşên çeteyan têk dibin û derbeyên mezin li wan dixin.

 

Hêzên me, li Rojhilatê Kobanê, li hemberî çeteyên ku li derdora gundên Alîşar û Gazika bi cih bûne çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayitek Hammer hat rûxandin. Piştî çalakiyê şer derket. Qasî ku hatiye tespîtkirin 14 çete di vê çalakiyê de hatin kuştin.

Dîsa li gundê Gemlik ê başûrê Kobanê çeteyên ku xwestin êrîş bikin rastî bersiva tund a şervanên me hatin. Çeteyan nekaribûn li hemberî hêzên me xwe bigrin û paşve vekişiyan. Li vir jî herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Li Herema Siftek ê Rojavayê Kobanê jî şerê dijwar pêk hat. Hêzên me li vê herêmê, çalakiyek pêk anîn, wesayitek rûxandin û 3 wesayit jî hatin derb kirin. Li vir jî 9 kuştiyên çeteyan hatin tespît kirin.

Li gundê Mînazê yê başûr-rojavayê Kobanê jî şer cih bi cih dewam dike.

2- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku piştî Kobanê kantona Cizîrê hedef digirin 27'ê Îlonê destpêkirin û dewam dikin. Komên çete piraniya hêzên xwe yên ji Iraqê vekişandine vê herêmê, bi tank, top û çekên giran tevahiya şevê êrîş kirin. Li sêgoşeya Rabîa, Cezaa û Dugura şervanên me berxwedanek mezin nîşandane û komên çete derbeyên mezin xwarine. Li korîdora navbera Şengal û Rojava de jî şer li hin deveran dewam dike.

Li gundên Kenanê û Kênhu yên di navbera başûrê Cezaa û sînorê Iraqê jî çeteyan xwestin êrîş bikin lê rastî bersiva hêzên me hatin. Piştî berxwedana şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Di şerê dijwar de 3 wesayit, û Hammerek hatin rûxandin. Li vê herêmê jî qasî ku hat tespîtkirin 42 çete hatin kuştin.

Li herêma Kale ku dikeve naverasta korîdora ewlekariyê ya Şengalê jî şerê dijwar dewam dike. Êrîşên çeteyan li vir hatin têk birin û yek jê Hammer 3 wesayit hatin rûxandin. Her wiha 15 çete hatin kuştin.

Li navçeya Mûsil Rabîaa jî êrîşa çeteyan hat têk birin. Li vê herêmê jî herî kêm 17 çete hatin kuştin.

Li vê herêmên şer; 14 hevalên me li hemberî êrîşên dijwar berxwedanek bêhempa nîşandan, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.

 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê

28.09.2014

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com