daxuyanî ji fermandariya hevbeş ya hêzên kurdistanê
Ji rayagişti re
Di 13'ê tebaxa 2014'yan de komek leşkerên Amerîkî
û saziya Ajansa Pêşketina Navnetewî ya Amerîka (USAID) bi 3 helikopteran hatin çiyayê Şengalê. me wekî Hêzên Parastina Hevbeş, HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ewlekariya vê komê pêkanî. Ji bo bernameya wan a kar me alîkarî da wan. dîsa me di der barê bê de çawa alîkariya mirovahî bi awayekî ewle bê belav kirin û bigihîje gelê Şengalê nîqaş meşandin. bêyî ku pirsgirêkek derkeve bi awayekî kêf xweş ji cem me veqetiyan û çûn. Lê di vê navberê de gelê Şengalê li hemberî pêşmergeyên ku bi vê komê re hatibûn çiyê, nerazîbûnên xwe nîşan dan. nexwestin pêşmerge li vê derê bimîne. Li ser vê yekê hêzên me ji bo di nava pêşmerge û gel de alozî dernekeve ketin navberê.
Di der barê vê yekê de hin derdor daxuyaniyên berevajî didin û dixwazin bibêjin hêzên hevbeş alîkariya mirovahî asteng dikin.bi vî awayî me nîşan didin. Lê tu bingeha van îdiyayan tune ye û ev daxuyanî ji rastiyê dûr in.
weke berî niha bi du rojan jî me daxuyanî dabû, Çiyayê Şengalê di bin ewlekariya Hêzên Hevbeş (HPG, YPG, YBŞ) de ye. hemû derdorên alîkariyê dikarin di bin vê ewlehiyê de alîkariyan bigihîjînin gelê me.
Hêzên Parastina Şengalê
14-8-2014