daxuyanî ji fermandariya giştî ya YPG
ji bo raya giştî
14 Tebaxê ber bi evarê çeteyên DAIŞ'ê,
ji gunde Sinûn û çend noqte yên cûda ya bakûrê çiyayê Şengalê êrîş birin li ser korîdora gel jê dihat derbas kirin. Hêzên me yê YPG, HPG û YBŞ ku parastina vî xetê dikirin bersivek tund dan çeteyên DAIŞ ê. Pevçûnên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê heta 15 Tebaxê ber bi evarî berdewamkir. Di encama pevçunên dijwar de hêzên me yên hevbeş 21 çeteyên DAIŞ kuştin û çeteyan piştî derbeyên giran xwarin, neçar man paşve kişyan.
Di encama pevçûnên ku 24 seat berdewam kir de 3 rêhevalên me yên bi lehengî şer dikirin, gihiştin kerwana şehîdan.
Navenda Ragihandina YPG
16-8-2014