1. Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 144'an.

Pengava Azadkiran Kobanê ya hêzên me bi hemû lêza xwe berdewam dike.

Hêzên me doh roj û şev li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê li hember hejmarek zêde gund û noqteyên stratejîk a ku çeteyan dagirkiribûn operasyonek hemwext lidarxistin. Operasyonen ku derbên giran li çeteyan ketî de 14 gund û hin noqteyên stratejîk ji aliye hêzên me ve hatiye rizgarkirin.

Hêzên me li rojhilate Kobanê doh operasyonekî dorfireh lidarxistin. Hêzên me di operasyone de gundên Tilîk, Hewlaqî, Dibîrik, Qişlê, Muxaraç, Til Xezal, Mezra Sofî, Bîrêreş û Pîno hedefgirtin. Hêzên me demekî kin de gundên hatibûn hedefgirtin ji çeteyan paqijkirin û derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me yên ko operasyone xwe berdewam dikin, îro di seatên sibe de li ser rêya gundê Qeremux jî serdestiya xwe çekirin.

Pêşketina hêzên me li rojavayê Kobanê ji berdewam dike. Li vê herême hêzên me gundê Bubanê ya ku ji 2 gundan pêk te û girên stratejîk li derdora gund rizgarkirin.

Hêzên me li başûrê Kobanê jî gundên Rovî, Tevşo û Xizênê hedef girtin û di demekî kin de rizgarkirin. Operasyona di vê qadê de hêzên me kesê bi navê Ebu Hemza Kurdî (Murat Baynal) ya 1977 ji dayikbuye û li ser nifûsa Qarsê qaydkiriyê tevî çek û cebilxaneya ser wî bi saxî hatiye girtin.

Di her 3 qadê de ji ber ku operasyonên hêzên me hin jî berdewam dike hejmara kuştî û birîndarên çeteyan, disa çek û cebilxaneya hatiye desteserkirin nehatiye zelalkirin. Lê heta niha tevî 17 termên çeteyan hêzên me dest danîn li ser 4 trimbel, 1 fûze, 26 kleş, 70 şarjora kleş û 2.000 guleya kleşan, 5 BKC û 200 guleya BKC, 36 bombeya destan, 3 raxt, 1 bêtel, 1 dûrbîna termal.

Operasyonên di nava 24 seatê dawî de hatinê lidarxistin de rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihişt şehadete, 8 rêhevalê me jî birîndar bûye.

2. Hêzên me şeve din di navbera gundên Emrî û Şora ya ku dikeve 25 km başûrrojhilatê Qamişlo, li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Êrîşê ku konwoyek leşkerî hatibû hedefgirtin de trimbilek a çeteyan hatiye ruxandin. Di vê êrîşê de 2 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.

Navenda Ragihandina YPG

6 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com