1. Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 146'an.
Pengava Azadkiran Kobanê ya hêzên me bi hemû lêza xwe berdewam dike. Komên çeteyên ku li hember operasyonên me xwe nagrin ji hinek gundan bê ku guleyek jî biteqinîn direvin.
Hêzên me hemû roj û şeve derbasbuyî de li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê de operasyonên hemwext lidarxistin.
Li rojhilatê Kobanê gundên Solanê, Lêhênê, Mîlê, Koran, Ûçkardeş û gundê Xerbîsan a ku ji 2 gundan pêk te ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin.
Hêzên me li rojavayê Kobanê jî bi êrîşên lez ve li qadekî berfireh xistin bin kontrola xwe. Gundên Korê, Bîra Remê, Xanê, Qenter, Kiran, Kûlan û Qereko yên ku di çerçoveya operasyone de hatibû hedefgirtin ji çeteyan hat paqijkirin. Pevçuna li gundê Qereko de 8 endamê çeteyan hatiye kuştin. Hêzên me tevî 8 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş û 1 roketavêja B7.
Hêzên me li başûrê Kobanê jî pêşve diçin. Doh gundên Komçi, Şêx Botan, Cumo, Piştê Zêrik û Ziravê ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Dîsa 3 girên li nizikî gundê Ziravê û sirtekî li ser gundê Kilxeydê ji hatiye azadkirin. Pevçunên di van qadan de hejmara kuştî û birîndare çeteyan nehatiye zelalkirin.
Pevçunen 24 seatên dawî de 2 rêhevale me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.
Navenda Ragihandina YPG
8 Sibat 2015