1. Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 145'an.

Pengava Azadkiran Kobanê ya hêzên me bi hemû lêza xwe berdewam dike. Hêzên me yên ku di çerçoveyê vî pengavê de operasyonên xwe berdewam dikin di nava 24 seatên dawî 28 gund û gundik azadkirin.

Hêzên me hemû roj û şeve derbasbuyî de li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê de operasyonên hemwext lidarxistin.

Hêzên me li hember qadên ku çeteyan li rojhilatê Kobanê dagirkiribûn operasyonek dorfireh lidarxistin. Qadê ku gundên Qeremûx, Kara Mezra, Xirab Kort, Girêmoz, Walaqî, Boztepe, Êynbat, Gundê Xerîb, Cumelî, Kortekê, Kopeksatan, Girbelav, Îto û Til Sofî di navde bûn piştî pevçunên dijwar ji aliye hêzên me ve hat rizgarkirin.

Hêzên me li başûre Kobanê jî qadek fireh hedef kirin. Di encama operasyonê de Kaşê Berkelê, Dongêzê ya Biçuk û Mezin, Yaramaz, Boğazê gundê Girdê ya ku ji 3 gundên cûda pêk te hat azadkirin.

Hêzên me li rojavayê Kobanê jî pêşveçûnek giring nîşandan. Operasyone de gundên çeteyan dagirkiri bû hat hedef girtin û çeteyan windahiyên giran dan. Di encama operasyona di vê qadê de gund û gundikên Selîm, Qurqurî, Korelî, Dîkmetaş, Aşmê, Elem köyleri ve H.Şûkrî ji çeteyan hatiye rizgarkirin.

Di nava 24 seatên dawî de operasyonên ku li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê hatine lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Lê hêzên me tevî 24 termên çeteyan dest danîn li ser topêk hawana 120 mm, 3 kleş, 36 şarjora kleş û 2.300 guleya kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên vî, 12 bombeya destan, 5 bêtel, 1 cîhazê mezin û 1 dûrbîn.

2. Doh di seatên êvarê de hêzên me li başûrrojhilatê Serêkaniyê operasyonek lidarxistin. Şervanên me kampekî çeteyên DAIŞ'ê ya di navbera Dehma û Rawiya de hedef girtin. Hêzên me, li nizikî gundê Ebu Eras a ku di heman herême de ye komên çeteyên ku bi armanca takwiye dixwastin were qadê jî xistin. Operasyonê de hemû noqteyên hatibû hedef girtin bi bandor xistin. Operasyone de 6 kuştiye çeteyan hatiye tespit kirin.

3. Li nizikî gundê Tiwêna ye giredayî Haseke, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek dem kurt hatiye jiyankirin. Pevçune ku di navbera gundên Tiwêna û El Sidiq de hat jiyîn trimbilek çeteyan hatiye ruxandin û 3 endamê çeteyan hatiye kuştin.

4. Doh seatên beriya nîvro çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên di navbera gundên Xebîş û Til Şamîram a giredayî Til Temir. Hêzên me bersivek tund dan çeteyan û êrîş zivirî pevçun. Piştî pevçun komên çeteyan neçar man birevin. Hêzên me li vir trimbilek çeteyan ruxandin û 1 kuştiye çeteyan tespit kirin.

Navenda Ragihandina YPG

7 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com