Du Rêhevalên me ku di heman demê de du Şervanên Yekîneyên Parastina Jin û dû fermandarên Şoreşger yên jin bûn li Kobanê xwe gihandin asta Şehadetê.
Rêhevalê me ya fermandar Hebûn Dêrik bi têkoşîna xwe rol û misyona kû di şoreşê de pêk anî bû sembola jinên azad di şoreşa Rojava de û bi ruhê xwe yê fedayî bê teredud hezkirinê xwe yê bi ax û welatê xwe di hemû eniyên şer de nîşan da û di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolekî sereke leyîst û kesayeta jina azad da îfade kirin.
Hebûn dirêk bi ked û têkoşîna xwe ya demdirêj di nava tevgera me de tê naskirin û wek mînakekî şoreşgerî bi sekn û piratîka xwe ferhenga jiyana azad û têkoşînê li pey xwe hişt.
Hebûn dêrik her dem digot:” Heke mirinek hebe bila mirinek ne ji rêzê be belkî mirinek be kû tiştekî biafrîne û ew tişt jî ferhenga jiyanê ye”.
Em di şexsê malbata hebûn dêrik de sersaxiyê ji hemû jinên kurd û bi taybet jinên Rojavayê Kurdistanê re dixwazin û hêvî dikin kû rê û rêbaza şehîd hebûn bibe çiraya têkoşîna jinên kurd.
Herweha Rêheval zehra bi rihê xwe yê sade û girêdana xwe ya bêdawî bi fedakartiyekî mezin bû sembola jinên ciwan, Zehra kû bi eslê xwe xelkê bakurê kurdistanê bû sînorên kû ji aliyê dagırkeran ve hatibûn çêkirin nas nekir û li kobanê keleha berxwedana sedsala 21’an heya asta şehetadê çû.
kesayeta kurd û jina azad di şexsê Rêheval Zehra de reng vedabû û ew her tim bi rûyê xwe yê biken û moralê xwe yê bêdawî her tim di nava hevalên xwe de dihat hezkirin.
Di şexsê her dû Rêhevalên me yê têkoşer de em hemû Cangoriyên YPG’ê û YPJ’ê bi bîr tînin. wek yekîneyên parastna jin YPJ’ê em her dem riya şehîdên xwe dişopînin û dirûşmeya “ an serkeftin an serkeftin” dixin qada kirdeyî û heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ser şopa wan şehîdan dimeşin.
Careke din bi rêzdarî hemû şehîdên doza kurd bibîr tînin û wek yekîneyên parastina jin YPJ’ê heya dawî em şopdarê riya wan in.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
07.02.2015