Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 142'an.

Operasyonên ku hêzên me di çerçoveya Pengava Rizgarkirina Kobanê de li bejahiya Kobanê dimeşinîn berdewam dike.

 

Hêzên me şeve din li başûr û rojhilatê Kobanê çend operasyon lidarxistin. Hêzên me li gundên Kabacûk, Qeramûs û Taşlokê (Bodlan) yên dikevin rojhilatê Kobanê operasyonek lidarxistin. Di encamam operasyone de her 3 gund bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vir endamekî çeteyan a ji Tinûsê tevî çek û cebilxaneya wî bi saxî girtin. Dîsa 4 termên çeteyan jî ketin destê hêzên me.

 

Operasyona ku li başûra Kobanê de çeteyan windahiyên giran dan. Di encama operasyone de gundên Sittî, Beşalti, Mewcik û Birêrep hatine azadkirin. Di vê operasyone de 26 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me dest danîn li ser 1 trimbilek leşkerî, 10 klşe, 71 şarjora kleşan û 2.000 guleya kleş, 1 BKC, 4 bombeya destan, 10 raxt û 1 dûrbîna roj.

 

Navenda Ragihandina YPG

4 Sibata 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com