Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 143'an.
Operasyonên hêzên me ya di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de lidardixin berdewam dike.
Hêzên me şeve din li rojhilatê Kobanê li hember gundê Taştokê ya ku bin dagirkeriya çeteyan de bû operasyonek lidarxistin. Hêzên me gundê Taştokê azad kirin. Li nizikî vî gundî di navbera hêzên me û komên çeteyan de hin jî pevçun tên jiyîn. Hêzên me di vê qade de trimbilek a çeteyan tevî çeteyên di navde ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelalkirin.
Di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de hêzên me pêşdeçûna xwa a li rojavayê Kobanê jî berdewam dikin. Di vê çerçove de hêzên me gundê Susanê û 2 girên stratejîk a nizikî Susanê hedef girtin. Piştî pevçunên dijwar hêzên me gundê Susanê ji çeteyan paqijkirin, her 2 gir jî xistin destê xwe. Di vê qadê pevçun lê çebû de 15 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
Hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 1 doçkaye 14,5 mm, 8 kleş, 22 şarjora kleşan û 2 kutî guleyê kleşan, 1 roketavêja B7 û 5 guleya roketavêja B7, 1 BKC û 2 kutî guleya BKC û 3 bêtel.
Navenda Ragihandina YPG
5 Sibat 2015