Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 126'emîn.
Hêzên me ji %70 bajêr xistin bin kontrola xwe û şevê din jî li hemberî çeteyan operasyonek berfireh dan destpêkirin. Di encama vê operasyonê de çete derbên pir giran û stratejîk xwarin.
Şervanên me yên YPG/YPJ ku % 70 bajer de kontrol çekiribûn, şevê din ji bo rizgarkirina girê Miştenûrê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Di operasyona ku balafirên hêzên Koalîsyonê destek dan de şerê dijwar rû da. Piştî şerê sing bi sing şervanên me girê Miştenûrê ji çeteyan paqij û azadkirin. Tevî hemû hewildanên astengiyê yên çeteyan jî hêzên me êrişên wan şikandin û girê Miştenûrê bi temamî ket bin hakîmiyeta hêzên me. Di operasyona ku heta şevaqê dewamkir de bi qasî ku hat tespîtkirin zedetirî 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û ti windahiyên hêzên me çênebûn.
Hêzên me di vê operasyonê de tevî cenazeyên 3 çeteyan, doçkayek 12,5 û 150 fîşekên wê, 3 BKC û 5 hezar fîşekên wê, 8 kleş, 21 şarjor û 3.700 fîşekên wê, roketavêjek B7 û 7 fîşekên wê, 16 bombeyên destan, 2 mayînên destan, 4 çanteyên eskerî, 11 rext, 5 bêtêl û durbînek desteserkirin.
Dîsa di heman wextê de Şervanên me yên YPG/YPJ'ê li eniya Başûr jî komên çeteyên ku li derdora nexweşxanê bûn hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, kleşek, rextek, 6 fîşekên roketavêja B7 û 6 bombeyên destan hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
19 Çile 2015