1. Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 129'emîn. Şervanên me yên YPG/YPJ li hember çeteyan serdestiya xwe diparezin û operasyonên xwe ya paqijkirine didominîn.
Hêzên me şeve din li hember çend noqteyên rojhilat û bakurrojhilatê bajer a ku çeteyan dagirkiribûn operasyonek hemwext lidarxistin. Operasyone ku li herêmên Sukul Hal, Sinayî û Mekteba Reş digirt nav xwe de hemû noqteyên hatin hedef girtin hat paqijkirin. Komên çeteyan ji bo pêşketina hêzên me asteng bikin mayinên berê li bînayan de cihkiribûn teqandin. Di teqandinan de çi windahi peknehat. Hêzên me li herêma Mekteba Reş, cadêkî ji çeteyan paqijkirin. Şervanên me yên YPG/YPJ, li bakurrojhilatê bajer jî Sukul Hal, Mislax û Gaziya Heci Mehmud bi temamî paqijkirin û nivî herêma Sinayî jî ji çeteyan xilas kirin.
Di vê operasyone de herî kêm 9 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me di vê qade de 1 BKC, 1 B7 roketavêj û 1 kleş desteserkirin.
Komên çeteyan doh pişt nîvro li hember hêzên me yên li Miştenûr serdestiya xwe diparezin xwestin êrîş bikin. Hêzên me çeteyên ku wekî 3 baskan tevdigeriyan bi şeklekî bandor xistin û wan paşxistin. Pevçunên di vê qadê de 8 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me tevî 6 termên çeteyan dest danîn li ser 7 kleş, 32 şarjora kleş û 700 fîşeka kleş, 1 roketavêja B7, 1.200 fîşeka BKC, 12 bombeya destan, 4 mayinê bi dest hatiye çekirin û bêtelek.
Pevçun û operasyonên 24 seatên dawî de 2 rêhevale me bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.
2. Îro di seatên sibe de di ketina gundê Xirbe Dîp a giredayî Tirbespiyê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hat jiyankirin. Piştî pevçune gelle gund jî alîkariya hêzên me kirin çeteyan paş ve avetin. Pevçunan de 3 endamê çeteyan hatiye kuştin, 1 çete jî tevî çek û amûrên xwe ve bi şeklekî mirî hatiye desteserkirin.
2 rêhevale me di destpêka êrîşê de, avetina awil de, 1 hevalê me jî dema ji bo birîndariya wî were derman kirin di rêya nexweşxane de gihişt şehadete. Bi encama gulle berdane çeteyan de jinekî sivîl jî birîndar bû.
3. Hêzên me îro dane sibe li nizikî gundê Ebu Quseyip a dikeve bakurê Til Hemis çalakiyek lidarxistin. Çalakiye ku komêk çete ya di nava tevgerde bû hat hedef girtin de wesaîtek leşkerî tevî çeteyên di nav de hat ruxandin. Hejmara kuştî û birîndara çeteyan a di çalakî de nehatiye zelalkirin.
Navenda Ragihandina YPG
22 Çile 2015