Yekîneyên me Çalakiyên bi bandor li dijî Çeteyan li darxistin di encamê de 7 Çete hatin Kuştin
Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 127'emîn. Şervanên me yên YPG/YPJ êrîş û çalakiyên li hember çeteyan berdewam dikin.
Şevê din hêzên me li eniya rojhilat û başûr li hember çeteyan hîn çalakî lidarxistin. Du çalakiyên li eniye rojhilat li herêma Mekteba Reş de 5 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin. Li nizikî Nexweşxaneya eniya başûr jî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakî de 2 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG
20 Çile 2015