1. Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 128'emîn.
Operasyona paqijkirina Kobanê a ji aliyê şervanên me yên YPG/YPJ hatibu destpêkirin bi hemû lêza xwe berdewam dike.
Şeve din hêzên me li hember noqteyên çeteyan a li başûr û başûrrojhilata bajer operasyonek lidarxistin. Hemû noqteyên çeteyan a li ser rêya Heleb û li derdora Nexweşxane hatiye paqijkirin. Di encama vê operasyone de çeteyan li eniya başûr bi temamî ji bajer hatine derxistin.
Di operasyone de 21 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me 3 tangên berê di pevçunên li vê herême de derbkiribûn û çeteyan nikaribûn ji qade dûrbixin xistin destê xwe. Dîsa hêzên me dest danîn li ser topek 106 û 16 gulleya vî, hawanek 60 mm û 4 gulleya vî, doçkakî 12,5, 2 BKC, 1 kleş, 2 dûrbîn û 1 dûrbîna şevê.
Hêzên me bi avayekî hemwext li hember komên çeteyan a li herêma dikeve navbera kaşên Miştenur û cadê 48'an de xwe cihkiribûn jî êrîşêk lidarxistin. Di vê qadê de 4 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin. Dîsa li nizikî Mekteba Reş jî li hember çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin û li vir 1 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
2. Êrîşên rejîmê faşîst a BAAS a li Haseke berdewam dike. Doh di nava rojê de li herêma Nexweşxane ya di nava bajer û li derdora taxa Azîziye cih cih pevçun hat jiyankirin. Şervanên me yên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê êrîşên leşkerên rejîme paş xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkerên rejîme nehatiye zelalkirin..
3. Doh pişt nîvro li nizikî Til Temir di navbera şervanên me yên YPG/YPJ û komên çeteyan de pevçunek hat jiyankirin. Hêzên me mûdexale kirin hewldana êrîşê çeteyan û li vir derbên giran li çeteyan xistin. Pevçunên di vê qadê de hatiye jiyankirin de 11 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin
4. Şeve din di navbera gundên Menacîr û Alya yê dikeve 25 km başûrê Serêkaniyê li hember komên çeteyan çalakiyêk hat lidarxistin. Çalakiya şervanên me yên YPG/YPJ de wesaîtek leşkerî û treksek hat ruxandin. Di çalakî de 5 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG
21 Çile 2015