1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 115'an de dewam dike.

Roja 114'mîn a roja berxwedanê de di navbera komên çete û şervanên me yên YPG/YPJ de pevçunên biçuk hatiye jiyankirin.

Şeve din, li eniya başûrrojhilat, li quntarên Miştenur di navbera komên çete û hêzên me de pevçunên dem kurt hatiye jiyankirin. Pevçunên ku 2 noqteyên cûda de 7 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin.

Hêzên me li herêma Kaniya Kurda ya li eniye bakurrojhilatê li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Di êrîşê de 2 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin.

2. Şervanên me yên YPG/YPJ li nizikî gundê Tiwêna ya giredayî Haseke ye li hember komêk çete ya ku amedekarî êrîşek dikir çalakiyek lidarxistin. Di encamê êrîşê hêzên me de wesaîtek çeteyan tevî çeteyên di nav de hat ruxandin. Kuştî û birîndare çeteyan nehatiye zelal kirin.

Navenda Ragihandina YPG

8'ê Çile 2015

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com