Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 103’an de berdewamdike.
Pêşveçûna şervanên me ye YPG/YPJ di navenda bajêr jî berdewam dike.
Şevê din li eniya başûrrojhilat di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hat jiyankirin. Piştî pevçunên ku 3 noqteya cûda de derket komên çete paşve hat avêtin. Di van pevçunan de 7 kuştiya çeteyan hat tespît kirin. Hêzên me dest danîn li ser termekî çeteyan, 3 kleş, 16 şarjora kleş û 200 mermiya kleş, 2 debance, 1 dûrbîn, 1 telefon, 50 fûnyeya bi ceyran, 3 zîncîra BKC û 250 fîşeka BKC.
Li başûrrojavayê Kobanê, li derdora nexweşxane hêzên me li hember mevziyên çeteyan êrîşek birin. Di vê êrîşê de 2 kuştiya çeteyan hat tespîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG
27 Kanûn 2014