Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞê bi armanca dagirkirine Kobanê di roja 105'an de dewam dike.
Çeteyên DAIŞê yên ku li hember operasyon û êrîşên şervanên me yên YPG/YPJ derbên giran xwarine bi êrîşên intîxarî ya komî ve dixwazin encam bigrin.
Komên çeteyan li hember qadên şervanên me yên YPG/YPJ bi operasyona roja bihorî ve rizgarkiribûn êrîşên intîxarî ya komî pêkanîn. Piştî wan êrîşan li taxa Şehit Moro, taxa Şehit Ferhat û Kaniya Kurda pevçunên dijwar hat jiyîn. Çeteyan li taxa Şehit Moro bi 2 wesaît û 10 kesan ve çalakiya bombeyî lidarxistin û xwe intîxar kirin. Hêzên me yên ku hemû êrîşan vala derxistin, di pevçunan de derbên giran li çeteyan xistin.
Pevçunên ku bênavber 12 seat dewam kir de 43 kuştiya çeteyan hat tespîtkirin. Hêzên me 18 termên çeteyan, 9 kleş, 1 BKC, 5 kembere bombe barkirî, 3 raxtê kleşê û 3 bêtel xistin destê xwe.
7 rêhevalên me yên ku bi vîn û bîryardariyekî mezin wala derxistina êrîşan de rolek mezin listîn bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadete.
Navenda Ragihandina YPG
29 Kanûn 2014