Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 106'an de dewam dike.
Roja berxwedana 105'emîn a hêzên me yên YPG/YPJ de li bajer pevçunekî berbiçav nehat jiyankirin. Komên çeteyan li bajer bi avetina hawan û çekên giran jî berdewam dikin.
Hêzên me yên ku li cihê ji çeteyan hatiye rizgarkirin xebatên xwe ya legerînê berdewam dikin, heman demê de li hember komên çeteyan didominîn.
Şervanên me yên YPG/YPJ şeve din li herêma Kaniya Kurda ya ku dikeve bakurrojhilatê bajer, li hember hîn noqteyên komên çete êrîş peşxistin. Di van êrîşan de 2 kuştiya çeteyan hatiye tespît kirin.
2. Şervanên me yên YPG/YPJ, li nizikî gundê Menacîr a ku dikeve başûra Serêkaniyê û bakurrojavayê Til Temir, li hember komên çeteyan çalakiyekî êrîş pêkanîn.
Çalakiya ku şeve din hat pêkanîn gund û girê Amiriyê hat hedef girtir. Dema çalakî de çeperên çeteyên ku di nava gund de ye teqandinên mezin rû da lê nehat zelal kirin ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çebu ye. Li girê Amiriyê, herî kêm 2 kuştiya çeteyan hat tespîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG
30 Kanûn 2014