Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 107'an de dewam dike.

Pêşdeçûna şervanên me yên YPG/YPJ di nava bajer de didome.

Şeve din li herêma Mekteba Reş a ku di navende bajer de ye, li hember hîn noqteyên çeteyan dagirkiribûn êrîşek hatiye lidarxistin. Hêzên me piştî pevçunên dijwar qadên başûr û rojhilate Mekteba Reş ji çeteyan paqij kirin. Pevçunên di van qadan de 6 kuştiya çeteyan hatiye tespit kirin.

 Hêzên me qadên ji çeteyan hatiye paqijkirin de xebata legerînê pêkanîn û dest danîn çek û cebilxaneya çeteyan. Hêzên me 7 kleş, 2.300 fîşeka kleş û 30 şarjora kleş, 2 B7 roketevêj û 4 gulleya B7 roketavêj, 7 çeka Bruno, 1 kamera û 1 bêtel a çeteyan dest xistin.

Hêzên me li bakurrojhilata bajer jî li hember komên çeteyan êrîşekî lidarxistin. Êrîşa li herêma Kaniya Kurda de pevçunekî dem kurt jî hat jiyankirin û encam de 1 kuştiye çeteyan hatiye tespît kirin.

Navenda Ragihandina YPG

31 Kanûn 2014

Berxwedana Yekîneyên me li Kobanê

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com