Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 102'an de dewam dike.
Şervanên me YPG/YPJ'ê ji aliyekî ve bi operasyonên xwe deverên ku komên çeteyan dagirkirine paqij dikin,
ji aliyê din ve jî li herêmên hatine rizgarkirin xebatên lêgerînê didomînin.
Operasyona hêzên me li eniya başûr-rojhilat li derdora taxa 48'an dewam dike. Hêzên me doh bi şev li başûrê taxa 48'an, li qundarên girê Miştenûrê taxeke din ji çeteyan paqijkirin. Bi awayekî hemwext li bakurê taxa 48'an û li rojhilatê taxa Şehîd Moro taxeke din ji çeteyan hat paqijkirin. Li van herêman 21 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Cenazeyên 5 çeteyan jî di bin kontrola hêzên me de ye.
Li her du herêman 16 kaleşnîkof, 39 şarjorên kaleşnîkof, 2.000 guleyên kaleşnîkof, 2 BKC, 10 zincîrên BKC û 1.800 guleyên wê, 1 çeka Brûno, 5 guleyên roket-avêjên B7, 11 bombeyên destan, 9 guleyên hawanan, 3 dûrbîn, 3 bêtêl, 7 rext, 5 mayinên bi destan hatine çêkirin û gelek alavên eskerî yên çeteyan hatin desteserkirin.
Hêzên me doh bi şev li eniya rojhilat jî operasyonek pêk anîn. Di encama vê operasyonê de Şaredariya Kobanê û Dibistana Ximse ji çeteyan hat paqijkirin û rizgarkirin. Li vê herêmê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin. Xebatên lêgerînê yê li vê herêmê dewam dike.
Navenda Ragihandina YPG'ê
26 Kanûn 2014