Ji Çapemenî û Raya giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 101. dewam dike. Şervanên me yên YPG/YPJ, operasyonên xwe ya
li dijî komên çeteyên ku ji hêz hatiye xistin û lewaz buye bênavber didomînin.
Şeve din hêzên me li eniya başûr-rojhilat, li dijî noqteyên çeteyan a bakure kolana 48'an êrîşek lidarxistin. 5 noqteya cude de pevçun pêkhat û derbên giran li çeteyan hat xistin. Kolana Sofiyan a ku ji aliye çeteyan ve hatibû dagirkirin bi temamî hat rizgarkirin. Êrîşê şeva din de 2 wesaît û 1 motorsîklet hat derb kirin. Pevçunên di vê qade de 16 kuştiye çeteyan hat tespît kirin.
2rêhevalê me ye ku serketîna êrîşe de rolekî giring lîstin bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadete.
Çeteyên DAIŞ'ê 22 Kanûnê li hember gundê Ebu Quseyb ya ku dikeve bakûrê Til Hemis de 4 hevalê me şehîd ketîbû û gund keti bu destê çeteyan de. Doh seatên êvarê ji aliye şervanên me yên YPG/YPJ li hember vê gund û derdora vî operasyonek hat lidarxistin.
Hêzên me destpêke komên çeteyên ku li ser rêya Ebu Quseyb û Til Hemis xwe bi cihkirin hedef girtin. Di vê qade de 3 wesaît hat ruxandin û 7 kuştiya çeteyan hat tespîtkirin. Piştî êrîşên hêzên me li vê qadê, pevçun hat jiyîn, pevçunan de 12 çete hatiye kuştin.
Seatên şevê hêzên me gir û gundê Ebu Quseyb ku çeteyan dagirkiribûn kirin hedef. Heta seaten sibe pevçunên dijwar û sing bi sing hat jiyîn şûnve gir û gundê Ebu Quseyb ji çeteyan hat rizgarkirin.
Di gir û gundê Ebu Quseyb de 18 kuştiye çeteyan hat tespît kirin. 12 termê çeteyan di destê hêzên me de ne. hêzên me dest danîn ser 1 wesaît zirxî, 1 pickup, 19 keleş, 3.000 mermiya kleşê û 60 jarjora kleş, 2 çeka BKC û 1.000 gûleya wê, 5 heb B7 roketavêj û 15 roketa wê, 7 bombeya destan, 3 bêtel, 13 çanteya piştê, 1 dûrbîna rojê.
Di vê operesyonê de giştî 37 çete hatiye kuştin.
Navenda Ragihandina YPG
25kanûn 2014