Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 100'î de dewam dike.

Hêzên me li dijî komên çete yên ku ji qewetê ketine êrîşên xwe bênavber didomînin.

 

Şervanên me YPG/YPJ'ê doh bi şev li taxa 48'an û li herêma dıbıstana Keçika li dijî komên çeteyan operasyonek li dar xistin. Di vê operasyonê de li başûrê taxa 48'an 2 kolan û heta herêma dıbıstana Keçika 3 kolan ji çeteyan hat paqijkirin.

Li vê herêma ku ji çeteyan hat paqijkirin xebatên lêgerînê dewam dikin. Ji dema operasyonê û heta niha 14 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Hêzên me li vê herêmê dest danîn ser 10 kaleşnîkof, 2 demançe, 2 BKC, 16 gule û haşweyên roket-avêjên B-7, 7 bombe, 3.150 guleyên BKC, 550 guleyên kaleşnîkof, 3 bêtêl û 2 dûrbînên çeteyan desteserkirin. Her wiha cenazeyek çeteyan jî di bin kontrola hêzên me de ye.

Hêzên me li eniya başûr li Kaniya Kurda jî li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Li rojavayê Kobanê li gundê Menîte û li başûr-rojava li mintiqa Mezra Erbûşê li djî komên çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di êrîşa li gundê Menîte de 4 çete hatin kuştin. Di çalakiya Mezra Erbûş de jî motorsîkletek çeteyan hat îmhakirin û 2 çete jî hatin kuştin.

2. Doh bi şev li bakurê Cezaa li derdora gundê Arce di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer derket. Dema ku çeteyan xwest êrîş bikin, hêzên me mudaxele kirin û li vê derê şer derket. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin. Piştî şer komên çete ji herêmê reviyan.

Navenda Rgıhandına YPG'ê

24 Kanûn 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

DESTANA Bİ LEHENG YA KOBANÊ

ypgrojava.com/en