Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 99'an de dewam dike.
Şeva derbasbûyî hêzên me li eniya başûr-rojhilat li navenda çand û hunerê û derdora wê operasyonek pêk anîn û piştî vê operasyonê lêgerîna li herêmê dewam dike. Di encama vê operasyonê de hevalekî me birîndar bibû, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihîşt şehadetê.
Doh bi şev dema ku hêzên me xebatên lêgerînê dimeşandin di navbera wan û komên çeteyan de şer derket. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.
2. Doh bi şev li bakurê Til Hemis, li derdora gundê Ebû Quseyb di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer qewimî. Li vê derê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin. Şerê li vê herêmê îro heta danê sibê dewam kir.
Di vî şerî de 4 hevalên me bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Navenda Ragihandina YPG'ê
23 Kanûn 2014