JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
1- Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 98’an de dewam dike. Êrîşên hêzên me yên li dijî komên çeteyan bi
zêdebûn berdewam dikin. Hêzên me ku li eniya başûr pêşketinên girîng bi dest xistin, bi êrîşên ku şevêdin pêk anîn re, hinek noqteyên ku çeteyan dagir kiribûn, rizgar kirin.
Di êrîşên ku Navenda Çand û Hunerê ya stratejîk û noqteyên çeteyan ên derdora wê hedef hatin girtin de, Navenda Çand û Hunerê bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Bi hemwextî hêzên ji navenda çandê hate aliyê herî başûr ê bajar herêmek berfireh jî hedef girtin û ev qad jî ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Li vê qadê 24 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin û cenazeyên 16 ji wan di destê hêzên me de ne. Hêzên me her wiha 3 çekên BCK, 200 guleyên BKC, 5 zincîrên çeka BKC, 2 sindoqên guleyên BKC, luleyek çeka BKC, 7 roket avêjên B7, 39 roketên B7, 35 haşwe yên roketên B7, 10 kelaşnîkof, 2700 guleyên çeka kelaşnîkofê, çekek M16, 15 rext, 46 bombeyên destan, 30 funyeyên bombeyên destan, 21 mayin, 6 dewreyên mayinan, 5 rulo korteks, yelekek întiharê, 11 funyeyên ceryanê, 7 demance, 3 durbînên rojê, durbînek termal, 12 tifingên pompeyî, komputurek û bêtêlek hatine bidestxistin.
Piştî ku hêzên me xebatên xwe yên lêgerîna li herêmê temam bikin, wê agahiyên berfireh bi raya gşitî re bêne parvekirin.
Navenda Ragihandina ypgê
22 – 12 - 2014