Ji bo Çapemenî û Rayagiştî!

Pêşî em êrişa terorîst ku 7'ê Çile li Parîsê li dijî kovara Charlie Hebdo pêk hat,

bi tundî şermezar dikin, em di serî de êşa malbatên cangoriyan parve dikin û ji wan û tevahiya gelê Fransayê sersasaxiyê dixwazin... Em weke parêzvanên nirxên mirovahiyê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞê şer dikin, careke din didin zanîn ku emê heta dawî li dijî van xwînxwaran têbikoşin û ji wan hesab bipirsin.

Em gelê kurd li dijî rêxistina terorê DAIŞê têkoşîn û şerekî dijwar dimeşînin û her roj ciwanên me di vê berxwedanê de şehîd dikevin. Em ên ku di vê rewşê de ne, dikarin êş û xemgîniya gelê Fransayê jidil û kûrahî hîs bikin û parve bikin.

Weke ku edîtorê Charlie Hebdo Stephane Charbonnier ango Charb jî destnîşan kiribû, em weke YPG ne tenê welatê xwe diparêzin; li dijî navendên tarî yên hewl didin nirxên mirovahiyê yên weke azadî û demokrasiyê desteser bikin, em têkoşîna rûmetê dimeşînin. Bêî ku em ferqê bixin navbera ti ziman, ol, nijad û cinsî, ji bo parastina hemû derdorên rastî vê belaya terorîst hatine, û dîsa ji bo parastina yeksanî, azadî, û demokrasiyê ku nirxên hevpar ên mirovahiyê ne, ev 2 sal in em li dijî van dijminên mirovahiyê şerekî man û nemanê dimeşînin.

Careke din pir bi zelalî hate dîtin ku bi siyasetên wextî û berjewendperest têkoşîna li dijî terorîzmê nagihîje ti encameke erênî. Terorîzm ne tenê li erdnîgariyekê û ne tenê gelekî ji xwe re dike hedef; ew li dijî tevahiya nirxên mirovî ye. Siberoja azad a gelan, jiyana mirovan divê li raserî hemû berjewendiyan bin. Li dijî van navendên tarî, ne tenê di gotinê de, herwiha divê di pratîkê de jî têkoşîneke pir xurt bê meşandin.

Ji bo xurtkirin û berfirehkirina piştgiriya navbera gelan û di têkoşîna li dijî terorîzmê de bidestxistina serkeftinê, weke kurd careke din em diyar dikin ku em li tenişt gel û hukûmeta Fransayê ne. Ji bo gelê me yê li Ewrûpayê dijî û dostên gelê me jî em vê bangê dikin: emê pir kêfxweş bibin eger hûn bi beşdariyeke xurt li kêleka gelê Fransayê cihê xwe bigirin û tevlî meşên sibê yên li Fransayê bibin.

Fermandariya YPG'ê ya Kobanê

10 Çile 2015

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com