1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 117'an de dewam dike.

Komên çeteyan ku li hember şervanên me yên YPG/YPJ her roj hinek din paşdikevin, bi piştgiriya çek û hêzên takwiye hewldidin êrîşên nû lidarbixin û xwe di nava bajer de bigrin.

Çeteyan hewldan Mekteba Reş û qaşên Miştenur cihên ku ji aliye hêzên me ve ji çeteyan hatiye paqijkirin de êrîşek li darbixin, lê ew êrîşê çeteyan hatiye paşxistin. Pevçunên ku doh dane sibe destpêkir û heta seatên şeve bênavber berdewam kir de çeteyan windahiyên giran dan.

Kuştî û birîndarên çeteyan a li herêma Mekteba Reş nehatiye zelalkirin. Lê di vê herême de hêzên me tevî termekî çeteyan dest danîn li ser çekek kleş û roketavêjek B7.

Di pevçunên qaşên Miştenur de 25 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 5 kleş, 21 şarjora kleş û 840 fîşeka kleş, 1 roketavêja B7 û 2 gulleya roketavêja B7, 3 raxt, 15 bombeya destan, 1 bêtel û 1 maskeya gazê.

2. Şervanên me yên YPG/YPJ şeve din li gundê Alya ye dikeve başûr û navçeya Rawya ya dikeve başûrrojavayê Serêkaniyê li hember komên çeteyan çalakiyan lidarxistin. Êrîşa li hember noqteyên çeteyan a li nizikî navçeya Rawya de wesaîtek a çeteyan hatiye derb kirin. Di vê qadê de 2 kuştiya çeteyan hatiye tespît kirin.

Çalakiya ku li hember komek çete a li nizikî gundê Alya di nava tevger de bûn de wesaîtek leşkerî hatiye derbkirin. Kuştî û birîndarên çeteyan a di vê çalakî de nehatiye zelalkirin.

3. Şeve din li nizikî gunde Xerîte ya dikeve navbera Haseke û Til Temir, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hatiye jiyankirin. Pevçunên ku piştî destwerdena şervanên me yên YPG/YPJ li hember komek çete yên ku amedekariya êrîşê dikirin de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Komên çeteyan piştî pevçun neçar man ji qade birevin.

Navenda Ragihandina YPG

10'ê Çile 2015

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com