1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 119'an de dewam dike.
Şeve din di navbera şervanên me yên YPG/YPJ û komên çeteyan de pevçunên dem kurt hatiye jiyankirin. Pevçunên nizikî Serince Avê de 2, pevçunên li herêma Mekteba Reş de jî 6 endame çeteyan hatiye kuştin.
Koalîsyona navnetevî ya li dijî DAIŞê ya ku piştgiri didin berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ şeve din êrîşên ezmanî yên bi bandor pêşxistin. Êrîşên ezmanî de hejmarek zêde çete hatiye kuştin lê hejmarê kuştî û birîndare çeteyan nehatiye zelalkirin.
2. Şeve din şervanên me yên YPG/YPJ li nizikî gundê Tiwêna ya giredayî Haseke li hember komên çeteyan çalakiyek lidarxistin. Hêzên me çalakî de çeperên çeteyan bi şeklekî bandor xistin û encam de 4 kuştiya çeteyan hat tespîtkirin.
3. Komên çeteyan doh di nava Haseke de hewldan bi wesaîtek bombebarkirî êrîşek lidarbikin. Hêzên me mûdexaleye çeteyan kirin û berê bigihê çeperên hêzên me wesaîte bombebarkirî tevî 2 çeteyên di nav de hat teqandin. Teqandine de çi ziyane canê pêknehatiye.
Navenda Ragihandina YPG
12 Çile 2015