Yekîneyên me berxwedaniyek bê hempa li dijî Çeteyan li Kobanê didin nîşandan
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 118'an de dewam dike. Hêzên me li hember çeteyan serdestiya xwe diparezin û di nava bajer de pêşdeçûna xwe berdewam dikin.
Şervanên me yên YPG/YPJ şeve din li eniya başûrrojhilat li hember hîn noqteyên çeteyan dagirkiribûn operasyonek lidarxistin. Operasyone ku noqteyên çeteyan a li rojhilat û başûrê Serince Avê de hedef hatiye girtin de çeteyan windahiyên giran dan. Hêzên me li vê qadê 2 cadê din ji çeteyan rizgarkirin.
Qasî ku hatiye zelal kirin di vê qadê de 27 çete hatiye kuştin. Hêzên me tevî 7 termên çeteyan dest danîn li ser 21 kleş, 67 şarjora kleş û 16.840 fîşeka kleş, 2 BKC û 7.000 fîşeka BKC, 1 roketavêja B7 û 4 gulleya roketavêjê B7, 2.600 fîşeka AKC, 628 fîşeka doçka 12,5, 148 fîşeka doçka 23, 74 fîşeka 14,5, 20 fîşeka G3, 61 gulleya hawana 60 mm, 5 gulleya hawana 82 mm, 3 gulleya topa 57, 18 bombeya destan, 12 raxt, 2 eleka ji pola, 1 eleka çalakvanên intixarî û 1 bêtel.
2. Îro seat 09.00'an de şervanên me yên YPG/YPJ li nizikî gundê Tiwêna a giredaye Haseke li hember çeteyan çalakiyek lidarxistin. Çalakiya ku çeteyên di nava tevgerê de bûn hedef digirt de 1 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG
11 Çile 2015