Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin roja xwe ye 22. de dewam dikin
. Komên çete li gel bombardimana giran ji sê aliyan ve êrîşî bajêr kirin. Lê belê hêzên me derbên giran li çeteyan dan.
Şerê giran li eniyên rojhilat û başûr, li taxên Botan û Megtel, li derdora Miştenûr û li bakûrrojhilat jî li herêma Kaniya Kurdan dewam dike. Li herêma Kaniya Kurdan vê sibehê êrîşek çeteyan hatiye şikandin. Li hemû herêman şerê dijwar, sing bi sing dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de, bi tank û hin cûreyên topan navenda bajêr bombebaran dikin.
Hêzên me şevê din li hemberî çeteyên ku li pişt girê Miştenûr bi cih bûbûn êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de 2 wesayit û çeteyên ku têde bûn hatin rûxandin. Hêzên me îro di saetên nîvro de jî li kuntarên Miştenûrê tankek rûxandin.
Di şerê 24 seatê dawî de qasî ku hatiye tespîtkirin 67 çete hatine kuştin.
12 hevalên me yên bi biryardarî û îradeyek mezin Kobanê parastin, bûne mînakên fedaîtiyê û şehîd bûne.
2. Hêzên me şevê din li rojhilat û başûr rojhilatê Cezaa'yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de çeteyên li navbera gundên Ekreş û Sefenê, her wiha yên li gundên Kenhu, Qadisiya Biçuk û Mîsterîha hatine hedef girtin. Hêzên me baregehên çeteyan kirine bin kontrola xwe û herêmê ku hatiye hedef girtin ji çeteyan paqij kirine. Hêzên me koma çete ku ji bo alîkariyê hatiye jî kir hedef û têk bir. Di vê operasyonê de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Hêzên me wesayitek, 4 keleşnîkof, 2 roket-avêja B7, 2 BKC, bêtêlek mezin û 2 dûrbîn û gelek cebilxane û alavên leşkerî desteser kirine. Her wiha termên 2 çeteyan jî di kontrola hêzên me de ye.
Di vê çalakiyê de, 3 hevalên me bi rihekî fedaî û qehremanî şer kirine û şehîd bûne.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê
7 Cotmeh 2014