1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 116'an de dewam dike.
Şeve din hêzên me li hember komên çeteyan a li herêma Mekteba Reş a eniya rojhilat xwe cih kiribûn êrîşek lidarxistin. Di encama êrîşê de 2 kuştiya çeteyan hatiye tespît kirin.
Îro di seaten sibe li Mekteba Reş û derdora Serince Avê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên biçuk hatiye jiyankirin. Di pevçunan de hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelal kirin.
2. Şervanên me yên YPG/YPJ li nizikî gundê Rêhaniyê ya ku dikeve 25 km başûrê Serêkaniyê li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Di encama êrîşê de wesaîtek a çeteyan hatiye ruxandin. Di êrîşê de 3 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
3. Şeve din şervanên me yên YPG/YPJ li nizikî gundê Tiwêna ya giredayî Haseke li hember komên çeteyan çalakiyek lidarxistin. Di çalakî de 2 kuştiya çeteyan hatiye tespît kirin.
Navenda Ragihandina YPG
9'ê Çile 2015