yekîneyên me gundê Ceede yê kantona kobanê ji komên çete rizgarkir
Şeva borî yekîneyên me bi alîkariya tabora Şemis Elşemal û siwar Reqe gundê ceede yê ku dikeve 45KM Rojavayê Başûrê kantona Kobanê ji komên çete rizgarkirin .
Duh piştî nîvroj yekîneyên me û tabora şemis Elşemal û siwar Reqe êrîşê li ser cihên ku komên çete têde bi cih bûne li gundê ceede di encamê de 5 çete li gundê ceede hatin kuştin .piştî ku yekîneyên me gundê ceede rizgar kirin komên çete bi çekên giran gund topbarankirin .lê yekîneyên me bersiv dan û 2 wesayîtin doşka li ser yên komên çete hatin rûxandin .
û ji alîyekî din ve şeva borî komên çete hewil dan ku ji gundê Beyadiyê li ser cihên yekîneyên me êrîş bikin . lê hewildana wan vala derket di encama bersiv dayîna yekîneyên me çeteyek hat kuştin û komên çete neçar man ku paşive birevin .
lê li Eniya Başûrê kantonê şeva borî komên çete bi guleyên hawanê gundê Qil heydê gula barankirin di encam de ziyanên madî gihiştin malên gundîyan.
Navenda Ragihandina YPG-Kantona Kobanê-
21 - 8 - 2014