Bîlançoya 24 seate dawî
1.Dûh ji sibe ve erîşên çeteyên DAIŞ li ser Rabîa tevî çekên giran, tank û panzer berdewam dikir. Jî nîvro pê ve erîşên çeken giran veguheriye erîşa arde. Çeteyên Daış 4 cara erîş bir li ser yekiniyên me. Hêzên me li hember van erîşan bersivêk tund da û çeteyan tek bir.
Pêvçunên hatin jiyan kirin de hêzên me 1 tank û 3 panzerên çeteyan ruxand. 24 çete kuşt û 1 A6, 2 BKC, 1 M16, 3 Kaleşnîkof û gelek cebilxane desteserkir.
Di van pevçûnên dijwar de hevalêk me bi qehramanî şehîd keti ye. Em nasnameya hevale xwe di demek nizik de ji raye gişti re ragihinin.
2. Dûh di nava roje de yekiniyên me ya YPG, tevî HPG, Yekiniyen Berxwedana Şengalê û yekiniyek ji peşmergeye PDK ve erîş bir li ser çeteyên DAIŞê ya li gunde Sinûn a dikeve bakura çiyaye Şengalê. Li vir hîn cihên di nava gund ji çeteyen DAIŞ hatiye xilaskirin û pevçunên hatiye jiyan kirin de 5 çete hatiye kuştin.
Navenda Ragihandina YPGê
8-8-2014