Di rewşa ku Rojavayê Kurdistanê li rastî gelek êrîşên hovane tê , di hema demê de şervanên me yên YPG,YPJ

ku ji hemu pêkhateyên Rojavayê kurdistanê pêk tên bi ruhekî fedayî li hember hemu êrîşan parastina nirxên mirovahiyê dikin .

Komên terorîst yên girêdayî Rêxistina Daîşê di demekî de rêxistina xwe li gelek everên rojhilata navîn pêşxist , weke Musil ya Îraq û gelek deverên istratêcîk li Suryayê , her wiha berê xwe da herêmên Kurdan yên li rojavayê Kurdistanê ku gelek pêkhate weke Siryab ,Mesîh , Aşûr, Ermen , Ereb lê dijîn , lê bi saya berxwedaniya bê hempa ya gelê me yê welat parêz û yekîneyên me yên berxwedêr hemu hewildanên wan hatin vala derxistin û têk Çûn .

Komên Çete di dema dawî de bi êrîşeke mezin Çûn ser Kobanê bi armanca dagirkirin wê di nava Çend Rojan de , di heman demê de hemu Çekên giran ku ji Musilê û deverên din desteserkirbun û zêdetirî 50 Tang û Panzêr û top li dijî Kantona Kobanê dan bikar anîn .

Lê bi fedayetiya şervanên me weke Arîn û Berxwedan û Diyar û Jiyan û bi hezaran qehremanên weke wan yên ku Canê xwe kirin diyarî ji bu gel û axa pîroz hişt ku hemu hewildanên Komên terorîst têk biçin û vala werin derxistin .

Di dema dawî de Komên Çete êrîşê xwe li dijî yekîneyên me li Kantona Cizîrê pêşxistin ,çi bi wesayêtên bombe barkirî û çi bi êrîşên xwe kujiyê bin , 3 şervanên me ku li ser benda Kontrolê ya gundên girêdayî tirbespiyê bun li rastî êrîşek hov yên komên Çete hatin û şehîd ketin , 2 şervanên me ji pêkhateyên Erebûn , her du şervanên me pêla biratiya gelan li Rojava xurt kirin û ji cîhanê re dan Îsbat kirin ku biratiya gelan cihê berxwedanî û lehengiyê ne .

Em carek din ji raya giştî re aşkere dikin ku wê biratiya gelan û wekhevî li Rojava armanca me ya serekîn be .

Em wek yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê riya şehîdan bin û doza pîroz dewambikin .

Nasnama şehîdan wihaye:

Navê Tevgerî : Çav Reş Tirbespiyê

Navê Rast : Hêvîdar Hisên

Dayik : Firyal

Bav : Seîd

Cihê ji dayikbunê : Tirbespiyê 

Dîroka tevlêbun : 2014

Cih û dîroka şehadetê :21 Çile 2015 Xirbet dîb

Navê Tevgerî : Muhemed Turk

Navê Rast : Muhemed Kîrakos

Dayik : Sînem

Bav : bîroz

Cihê ji dayikbunê : Qamişlo 

Dîroka tevlêbun : 2012

Cih û dîroka şehadetê : Xirbet dîb 21 Çile 2015

Navê Tevgerî :Hemodê Tirbespiyê 

Navê Rast : Ehmed Birho

Dayik : Fehîme

Bav : Adil

Cihê ji dayikbunê : Tirbespiyê 

Dîroka tevlêbun : 2014

Cih û dîroka şehadetê : Xirbet dîb 21 Çile 2015

Navenda Ragihandina YPGê

24 Çile 2015

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com