Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 133'emîn. Hêzên me yên ku operasyonê paqijkirina bajer ji çeteyan berdewam dikin
, li eniya rojhilat pêşveçûna xwe didominîn.
Hêzên me şeve din li hemû eniya rojhilatê bajer operasyonekî hemwext sazkiriye. Hêzên me ji xeta sînorê bakur heta kaşên Miştenur direj dibe de 4 cadê din pêşde çûn. Şervanên me yên YPG/YPJ derbên giran li çeteyan xistin û dest danîn gellek çek û cebilxane ye çeteyan.
Di vê operasyone de 41 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin. 14 termên çeteyan bin denetîme hêzên me de ye. Hêzên me dest danîn li ser çeka katuşa ye 4 lûle, doçkakî 23, doçkakî 14,5 û hejmarekî zêde amûrên leşkerî û cebilxane.
Şervanên me yên YPG/YPJ li gundên rojhilat û başurrojhilatê Kobanê hin êrîş lidarxistin. Li ser rêya gundê Helinc yek, li nizikî gundê Kîkan jî yek wesaîte leşkerî ji aliye hêzên me ve hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên van wesaîtan de nehatiye zelalkirin.
Navenda Ragihandina YPG
26 Çile 2015