Şervanên me pêşketinên mezin li Kobanê bi dest dixin û derbeyên giran li Çeteyan didin
1. Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 131'emîn. Hêzên me serdestiya xwe ya di nava bajer de didominîn û gundên başûrê bajer jî pêşketina xwe berdewam dikin.
Şervanên me yên YPG/YPJ şeve din li hember gundê Memitê ya başûrê Kobanê operasyonek lidarxistin. Di vê operasyone de heman demê de qada dikeve navbera gundê Memite û Termik jî ji aliye hêzên me ve hat hedefgirtin. Di demek kin de hêzên me gundê Memite ji çeteyan azadkirin û derbên giran li çeteyan xistin. Di operasyone de wesaîtek leşkerî hat ruxandin û qasî ku hatiye tespîtkirin, 42 çete hatine kuştin.
Hêzên me tevî 22 termên çeteyan dest danîn li ser 1 tang, 1 topê hawan a 160 mm, 1 topê hawan a 82 mm, 1 doçkayê 14,5 û 1.000 fîşeka doçka 14,5, 1.000 fîşeka doçkayê 12,5, 26 kleş, 75 şarjora kleş û 6.000 fîşeka kleş, 8 BKC, 10 zincîra BKC û 9.700 fîşeka BKC, 5 roketavêja B7 û 22 gulleya rokatavêja B7, 47 bombeya destan, 3 mayine bi dest hatiye çekirin, 14 raxt, 1 raxte çalakvanê intixarî, 5 bêtel û 3 telefon.
Hêzên me li gundê Alîşar a dikeve rojhilate Kobanê, li hember çeteyan êrîşêk lidarxistin. Di êrîşê de wesaîtek leşkerî tevî çeteyên di nav de hatiye ruxandin lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
2. Hêzên me şeve din, li gundên Um Eldibis û Um Elkibir a giredaye Haseke, li hember çeteyên DAIŞ'ê 2 êrîşê cûda hatiye pêkanîn. Hêzên me agahî girtin ku komêkî çeteyan di malekî de amedekariya êrîşê dikin û avetin li ser vî malê. Piştî pevçunek dem kurt komê çete neçar ma bireve. Li vir 2 endame çete hatiye kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.
Hêzên me bi şeklekî hemwext, 2 wesaîte ku di navbera her du gundan de di nava tevgerde bû hedefgirtin. Êrîşê de her 2 wesaît derb xwer lê hejmara kuştî û birîndare çeteyan nehat zelalkirin.
Navenda Ragihandina YPG
25 Çile 2015