Îro bajarê Rojavayê Kurdîstanê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin.

Ew 133 rojin hêzên me li dijî terora DAIŞ'ê berxwedaniyek destanî meşandin û heviyên gelê me û mirovatiye neşikandin. Hêzên me soza xwe ya serkeftinê bi cih anîn. Ev serkeftin serkeftina şoreşa Rojava ye. Ev serkeftin serkeftina Suriye ye demoqratîkê. Ev serkeftin serkeftina mirovahiye ye. Serkeftina xeta azadiye li hember hovitî û tarîtiye DAIŞ'ê ye.

Ew 133 rojin şervanên me yên YPG/YPJ, keç u xortên Kurdîstanê, dilxwazên ji her çar parçeye kurdîstanê û ji welatên ditîr hatin şerekî dijwar û berxwedaniyek mezin li hember terore DAIŞ meşandin. Di vê berxwedane de gellek şervanên me yên heja, keç u xortên Kurdîstane şehid ketin. Lê di encam de ya ku serket rih u vîna wan şehidan bu. Carek din YPG îspat kir ku kes nikare şoreşa rojava binbixe. Carek din YPG îspat kir ku heza hakiki ya parastina gele Kurd u gelên hereme ye.

Şere ku li Kobanê dimeşiya ne tenê di navbera YPG û DAIŞ'ê de bu. Şerekî di navbera mirovahî û hovîtiye de, di navbera rihe azadiye u zilmkariyê de bu. Di navbera hemû nirxên mirovahî u dij mirovahiye de bu. Ya li vir serket rastî bu, rihê azadiye bu, iradeya azadiya gelan û mirovahiye bu.

Şerê Kobanê ji bo DAIŞ jî cihekî qaderê bu. Binkeftina DAIŞ'ê li Kobanê, heman demê de destpêka xilasiya DAIŞ'ê ye. Şerê kobane di ve mijare de pivanekî esasî bu. Binkeftina DAIŞ'ê li Kobanê tenê bi Kobanê re bi sinor nemîne. Li hember vîna gelan aliye moral û derûnî de jî binkeftinekî ye. Em bawerdikin pişti serkeftina Kobanê serkeftine li hember DAIŞ'ê jî zêde bin. Mizginiya serkeftinên din jî di demekî nizîk de werin.

Wekî şervanên YPG/YPJ me soz dabu gele xwe û gelê herême. Me ev soza xwe îro bi rizgarkirina Kobanê bi cih anî. Em vi serkeftine li gele Rojava, Suriye û hemû Kurdîstanê re pîroz dikin. Her kesê ku di vê berxwedanê de alikarî dan û li gel me şer kirin re spas dikin. Serî de xwedî derketina gelê me û bi taybet gelê me yên bakure Kurdîstanê em spas dikin. Car din hêzên koalîsyonê navnetevî ya dijî DAIŞ'ê ya ku bi erişen xwe yên ezmanî piştgiriya aktîf nîşan dan jî spas dikin. Dîsa Burkan El Fırat û komên din a giredayî arteşa azad yên ku mil bi mil bi me re şer kirin spas dikin. Car din komêk birayên me yên peşmerge ku bi me re alîkar bûn jî em spas dikin.

Weki YPG em dizanin ku erkên li peşiya me xilas nebûne. Pevajoya rizgarkirina bejahiya Kobanê li pêşiya me ye. Em soz didin ku vî erka xwe jî bi awayekî serkeftî bi cih binîn.

Em carek din di şaxsê Diyar Bagok, Erîş, Zozan, Arîn, Dilgêş û Kendalan de bi sedan lehengên ku cane xwe feda kirin re soza xwe ya serkeftine dubare dikin û em dibejin bi rêya wan re giredayî biminîn. Carek din vî serkeftine hemû gelê xwe, şervanên xwe yên YPG/YPJ û hemû dostên xwe pîroz dikin.

Fermandariya Giştî ya YPG

26 Çile 2015

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com