Şoreşa rojavayaê kurdistanê 3 sal li pê xwe hişetin di 3 ê salên borî de gelek destanên lehengî û egîdiyê li vê deverê hatin tumarkirin .
Liv û tevger û hewldanên gerîlayên tevgera azadiya kurdistanê ji bo parastina gelê me yê êzîdî yek ji wan destanan ne .
Di roja 18 kanûna 2014an de operesyona hev par yên hêzên YPG,YPj,YBŞ,HPG,YJA STARji bo rizgarkirina şengal û gund û navçeyên girêdayê wê hat destpêkirin ,yekîneyên me li milê rojavayê kurdistanê li û tevgera xwe dest pêkirin û operesyona vekirina korêdora di navbera roj ava û şengal û rizgarkirina şengalê dest pêkirin ,ya cihê kêf xweşiyê ye ku tu şervanên me di vê opersiyonê de şehîd neketin lê di heman demê de di seetên dawî yê şevaborî de nûçeyek ku ji eniyên şer hat hest û dilê me hejand careke din endamekî ragihandina ypgê ku her tim hewl dide deng û dîmenê şoreşê be di dema bêkanîna erka xwe li eniyên li gundê filistînê yê girêdayî bajarokê cezaa tevalê nava refên pekrewanan bu , Û şervanê ypgê baz kobanê ku di çeperên şer de berxwedaniyek bê hempa da nîşandan tevlî nava refên şehîdan bu.
Rê hevalê me Keder Xelef bi nasnav Rêwan Zagiros wek şopdarekî rast teqîne yê şehîdên ragihandinê ket şopa Mezlum Bagok û Deniz Firatan û di heman riyê de jî her wekî wan canê xwe kir diyarî .
Rêwan Zagiros di temenê xwe yê ciwan de mînakek şoreşgerî û bawerî bi dozê bu , rê hevalê me ji destpêka şoreşa rojavayê kurdistaênê tevî temenê xwe yê ciwan beşdarî nava refên yekîneyên parastina gel bu û di gelek çalakîyan di çeperên pêş de bu.
Pîştî derbasî beşa ragihandinê bu û xebatê xwe bi serkeftî meşand , tiştî herî girêng ji bu ew bu ku heqîqet û rastiya jiyan tekoşîn û lehengiya ku di çeperên bêş yên şer de tên jiyankirin bide nîşandan , çûna rê heval Rêwan ji bu herêma Cezaa ku bu sedema şehadeta wî bi heman armancê bu ,em dikarin bêjin ku Rêwan Zagros çek bînûs û kamîre li hev girêdan û her sê amûr kirin amurek ji bo xizmet kirina şoreşa rojavayê kurdistanê û bêş xistina doza kurd bi gelen perî .
Di dawiyê de em dibêjin xelatê herî baş ji bu şehîdan şopandina riya wan ne heger îro roj em erkên exlaqî însanî û netewî pêk bînin û ji doza xwe xwedî derkevin belkî di pêşerojê de ciwanên wek ku rêwan ji dozî re nebin qurban ,îro roja pêkanîna erkên şoreşgerî û neteweyî ye ji bu ku em bighêjin maf û azadiya xwe û nifşên pêşe rojê nebin xwedî şehîd ,
Em wek navenda ragihandina yekîneyên parastina gel soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarî riya şehîd Rêwan û hezaran şehîdên kurdistanê bin,
NASNAMEYA ŞEHÎD WIHAYE
NAVÊ TEVGERÎ : RÊWAN ZAGROS
NAV Û PAŞNAV : KEDER XELEF
DAYÎK : HIYAM
BAV : MEHMUD
CIHÊ JI DAYIKBÛNÊ : TIRBESIPÎ
DÎROKA TEVLÊBUNÊ : 2011
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: CEZAA GUNDÊ FILSTÎN 21KANÛN2014
NAVÊ TEVGERÎ : BAZ KOBANÊ
NAV Û PAŞNAV : ARŞÎN MIHEMED
DAYIK : FERÎHA
BAV : MERWAN
CIH JI DAYIKBÛNÊ :KOBANÊ
DÎROKA TEVLÊBÛNÊ : 2014
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ :CEZAA GUNDÊ FILSTÎN 21 KANÛN 2014
NAVENDA RAGIHANDINA YPGÊ
22KANÛN2014