Ji Ragıhandın û Raya Giştî re!
1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 34'an de dewam dike. Li dijî vê yekê berxwedana
şervanên YPG/YPJ û gel her roj bi hêz dibe.
Çeteyan doh ji qadên cûda hêzên takviye anîn û êrîşek nû dan dest pê kirin. Doh ji danê sibê heta êvarê çeteyan gelek topên hawanê avêtin navenda Kobanê. Danê êvarî jî bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşek întixarî pêk anîn. Piştre jî li pey hev li eniya Rojhilat, Başûr-Rojhilat û Bakur-Rojhilat êrîş kirin. Hêzên me ev êrîş şikandin û derbasî êrîşê bûn. Hêzên me li navenda bajêr hin noqteyên çeteyan bi dest xistin û pêş de çûn.
Çeteyên DAIŞ'ê doh bi şev ji Rojhilat û Başûr-Rojhilatê Kobanê ji 2 milan ve êrîş kirin. Êrîşên wan heta danê vê sibê dewam kir û piştre têk çûn. Li vê derê di şer de li gorî hat tesbîtkirin 16 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.
Li Bakur-Rojhilat hêzên me derbasî êrîşan bûn û 3 cihên ku çete dagirkiribûn ji dest wan hat girtin. Li gorî hat tesbîtkirin li vê derê jî 8 çete hatin kuştin. Hêzên me dest danîn ser 1 BKC, 1 B7, 2 Keleş, gelek cebilxaneyên van çekan, 1 dûrbîna şevê û 1 dûrbîna rojê.
Li eniya Başûr hêzên me êrîş kirin û 3 noqteyên ku çeteyan dagirkiribû ji dest wan girtin û qademeyek pêş de çûn. Li vê herêmê jî 8 kuştiyê çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya Başûr-Rojava hêzên me êrîşî çeteyan kirin û 2 noqte ji destê wan derxistin. Hêzên me li vê derê jî 7 kuştiyên çeteyan tesbîtkirin.
Li eniya Rojava li ser riya Minazê hêzên me êrîşî 2 noqteyên çeteyan kirin. Her 2 noqte jî ji çeteyan hat girtin. Li gorî hat tesbîtkirin 6 çete li vê derê hatin kuştin.
Doh ji nîvroj heta danê êvarî 5 km li Rojavayê Kobanê li gundê Zorava û derdora wê di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî. Hêzên me li vê derê 3 kuştiyên çeteyan tesbîtkirin.
3 hevalên me ku parastina Kobanê bi îrade û fedekariya xwe bi rêve dibirin di şerê doh de gihîştin şehadetê.
2- Operasyona ku di 11'ê Cotmehê de li Rojava û Başûr-Rojavayê Serêkaniyê hat dest pê kirin dewam dike.
Di çarçoveya vê operasyonê de hêzên me doh danê nîvroj li nêzî Dehma wesayîtek çeteyan tevî çeteyên tê de îmha kirin. Her wiha çeteyên xwestin mudaxele bikin êrîşî wan jî kirin. Li herêmê cih bi cih şer derket.
Doh di tevahiya çalakiyan de 13 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Doh danê êvarî saet 16'an şerekî dijwar li herêmê qewimî. Ev şer hê jî dewam dike. Agahiyên şer wê paşê ji raya giştî re were eşkere kirin.
3- Li Başûr-Rojhilatê Cezaa di navbera gundên Qadisiye û Misterîha de hêzên me li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmha kirin.
Di heman wextî de hêzên me li gundê Qadisiye li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin.
Di her du çalakiyan de li gorî hat tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Navenda Ragıhandın YPG'ê
19 Cotmeh 2014