Yekîneyên Parastina Gel tevî Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, hêzên Êla Şemer a Erebî, Tugaya El-Tehrîr û Navenda Çalakiyan a Burkan El-Firat ku gelek Tuga û tabûrên Artêşa Azad cih têde digirin, her tim li dora hêzên demokratîk û netewî ku parastina azadiyê li dijî koletî û tarîtiyê dikirin, civiyan. Van hêzan hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî û Ermeniyan parastin. Her wiha bi riya hevkariyê û koalîsyonan bi gelek tabûrên serbixwe û yên girêdayî Artêşa Azad û bi welatparêziya xwe dihatin nasîn, li gel hev li gelek herêmên Sûriyê berxwedan dane meşandin. Li gel van jî hin hêzên gelêrî ku xwe wekî tabûr birêxistin kirin û beşdarî şerê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bûn. Di şerên dawî de 2 şervan ji pêkhateyên ereb yê şemer li gundê Kinana yê girêdayê Cezaa şehîd ketin

 

 

 

 

Navenda Ragihandina YPG

 

2 - 10 - 2014

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com