Ji bo malbata şehîd Cûdî Sûsik û şehîd Baran Botan û tevayî gelê Kurd
Ji bo malbatekî ku sê zarokê xwe diyarî şoreşê kirbe encex em karibin li perspektîfên wê guhdar bikin, ji wê asta têgihiştina fedakarî û qehremantiyê bilind bikin, encex bi malbatek wisa nirxê şoreşa buha bibe û doz biser bikevin, malbata şehîd cûdî û şehîd Baran ku her yek ji wan sê zarokên xwe fedayî xaka pîroz kirin, ji bo me bûn dibistana nirxên herî giranbuha.
Malbatên qehreman, fedekar û niştimanperwer:
Di dema zor de mirovên qehreman û şehreza derdikevin holê, girêdana xwe yî şoreşgerî bi rihê şoreşê re bi berdêlên herî giran buha nîşan didin, mirovên mezin bi seknên mezin xwe didin nasîn, ticarî gavan navêjin paş û di mijara qehremantiyê de dudiliyê jiyan nakin.
Şehîd cûdî Sûsik ku navê birayê xwe yî şehîd li xwe kir û li ser rêka birayê xweyî şehîd yê din şehîd şahîn ku li Kantona Cizîrê şehîd bû berxwedanî dewam kir û bi hêztir kir, di eniyên herî li pêş yê berxwedana Kobanê heta dawiyê li himber terorîstên Daiş sekinî û şer kir, ji bo ku welatê wî neyê dagirkirin şehîd bû, li gel şehîd Cûdî û her du birayên xwe yî şehîd şehîd Cudî Kobanê û şehîd Şahîn Kobanê xwarziyê xwe şehîd Harûn ku ew jî di berxwedana Kobanê şehîd bû bûn sembola ciwanên qehreman, û malbata wan ku bi sekna xwe yî bi nirx û pîroz nûçeya şehadeta ciwanên xwe pêşwazî kir bû malbata her kurdekî welatparêz û birûmet.
Her çendî berdêlên welatparêziyê buhabe jî lê di berxwedana Kobanê de her tim xwe nû dikir, malbateke fedekar ku dîsa sê zarokên xwe di vê rêkê de şehîd da malbata şehîd Baran e, Baran Botan, Baran Barîn, û şehîd Barîn sê şehîdên ku ji eynî malbatê ne, dido ji wan di çeperên berxwedanê yê Kobanê canê xwe feda kirin û yek jî di nava refên tevgera azadiyê de rê li ber şehnazî û serfiraziyê geş kirin. Şehîd Baran ku bi çalak bûna xwe dihat naskirin ji bo wî şert û mercên zor yên şer nebûn asteng, bi çi awayî ba her tim dixwest tola gelê xwe ji terorîstan rake, xwe dispart dîroka welatparêziyê a malbata xwe û piştrast tevlîbaûna xwe di nava berxwedanê de destnîşan kir ta bi qehremanî di çeperên pêş de şehîd bû, malbat, heval û hogirên xwe serfiraz kir.
Malbatên qehreman, fedekar û niştimanperwer:
îro heger berxwdana Kobanê biser ket ew jî bi sekn û helwestên wisa binirx biser ket, dema cîhan behsa serkeftina Kobanê dike helbet berya her tiştî şehîdên vê berxwedanê dixin rû, zarokên we şehîdên hemû gelê azadî xwazin, ji ber ji bo hemû gelan xwe feda kirin.
Malbatên qehreman, fedekar û niştimanperwer:
Em di fermandariya giştî a YPG li kantona Kobanê helwestên bilin yê we pîroz dikin û em dubare dikin ku ji bo me bîranîna van hevalan û hemû şehîdên azadiyê şopandina riya we ne, û bilind kirina asta tekoşînê ye û pêkanîna doza ku di ber de şehîd bûne, ji bo wilo em bi munasbeta îlan kirina şehîd bûna van hevalan bi navê hemû şervanên YPG/YPJ soza xwe nû dikin û dibêjin heta dilopa dawî ya xwîna xwe emê bi hemû tiştên giran buha ku li ba me heye emê tev bigerin û têbikoşin, û em bang li hemû ciwanan dikin ku rêka şehîdan ji xwe re esas bigrin û tevlî bûna xwe di nava şoreşa Rojava de bilind bikin û ji doza azadî û rizgariyê gavan paş navêjin.
dîsa em bang li hemû malbatan dikin ku malbata şehîd Cûdî û şehîd Baran û hemû malbatên şehîdan ji xwe re mînak bigrin, û her kêliyek ji zemanê zarokên xwe bi rihê welat perwerî û fedakariyê tije bikin, û nehêlin ku qels bûna hestên netewî ku neyarên gelê Kurd dixwazin di civaka Kurd de belav bikin biser bikeve, û ji bo hemû pêşketinan zarokên xwe made bikin.
Nasnama Şehîdan wihaye :
Navê Tevgerî : Cûdî Sûsik
Navê Rast : Ciwan Osman
Dayik : Aliya
Bav : Elî
Cihê ji dayikbunê : Gundê Kîkan – Kobanê
Dîroka tevlêbunê : 2013
Cih û dîroka şehadetê : 9 – 12 – 2014 Kobanê
Navê Tevgerî : Baran Botan
Navê Rast : Şêro Bozan
Dayik : Helîme
Bav : Muhemed
Cihê ji dayikbunê : Kobanê
Dîroka tevlêbunê : 2011
Cih û dîroka şehadetê : 16 – 2 – 2015 Kobanê
Fermandariya Giştî a YPG li kantona Kobanê
Kobanê 20-02-2015